divê ku hûn rihê xwe ronahî bikin û şev û rojên rih wek şev û rojên laşê mirov nîne, carina rih dikeve xeweke giran û şiyar nabe û dikeve nav şeveke dirêj û dernakeve. Carina mirov ji dayik dibe û dimire, bêyî ku rihê wî ji dayik bibe yan jî miribe. Bo ku rih jî ji xewê şiyar bikin, wan çavan ji xewê rakin ku di tarîtiyan de razane, wan guhan rakin ku ji mêj ve ye ti tiştek nebihîstine
Xizanî ne tenê ne wekheviyê, belengaziya ruh jî bi xwe re tîne. Bi tunebûna xwe mirov dûre dûre jiyaneke rihet û estetik, xwestek û daxwazên serbilind; bi bandora ser derûniyê jî mirov dûre qedir û qîmeteke şexsî dike. Ku ev xizanî li ser destên ser-dest û dagirkeran be, barê mirov girantir, mêzîna nirxandinė aloztir dibe. Bandora wê li ser hiş û ruh zû bi zû paqij nabe.