...Li ser vê deşta rast a di navbera Dîcle û Firatê de ,wargeh û sitar ji xwişk û birayên min re nînin.Ne çîya hene ku em bi kaşên wan ve hilkişin ,ne jî newal û gelî hene ku em xwe di zikê wan de veşêrin.Tenê di kûrahîya asîmanan de Xwedayekî me heye ,lê dîyar e ku ew bêhtir piştgirîya neyarên kurdan dike.