10/10
·104 syf.··
Beğendi
·
2026 3. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 18 Ocak 2026 14:23
“Nowa” ne tenê çîrokekê vedibêje ; ew bi heman demê de aloziya hundirîn a jinekê, jiyanek ku di navbera tezgaha metbexê û xeyalên wê de asê maye bi zimanekî estetikî temsîl dike û hemû hestên mirovatiyê -keyfxweşî, xemgînî, bêhevîbûn û hwd. - geş dike. …. Ahh Nowa, tu hundirê min de bû jineke nemir…
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
"Nowa": Qîrîna bêdeng a jinekê...
Puan vermedi
Pirtrûka “Nowa” ya Eyşana Beravî, di sala 2025 an de ji aliyê Weşana Avesta ve hatiye çapkirin. Çîroka rêwîtiya hundirîn a jinekê vedibêje. Dema ku ew di dehlizên rabirdûyê xwe de digere, guh dide dengê xwe yê hundirîn jî. Berhem ji destpêkê heta dawiyê bi monologeka lehenga me diçe. Leheng bi bîranînên xwe, zarokatiya xwe, diya xwe û ji her tiştî girîngtir bi siya bavê xwe re diaxive. Ev axaftinên hundirîn carinan vediguherin ramanên rêwiyek westiyayî di trênê de û car- car jî vediguherin axînên tirsnak ên jinekê li ser paldanka diranan. Atmosfera romanê bi xemgînî û rageşiyeke hundirîn a tund hatiye hunandin. Bêhna pîvazan, paldanka diranan, mirin, name û trên… hemî di bîra karakter de wekî bîranînan deng vedidin. Bi taybetî jî, tuwanca tacîzkirina bavî di paşxaneya nivîsê de tebeqeyeke êşê ya domdar diafirîne. Ji bo leheng, her bêhn, her deng deriyê trawmayê vedike. Ji vî alî ve berhema Nowa yê bibandore; nîşan dide ka bîranînên tepeserkirî çawa ji nû ve derdikevin holê û vediguherin beden û zimanekî li ser mirov. “Bes e te memikên hişê min mêtin…”(rûpel 90) Zimanê hevala Beravî helbestî ye, car carna nêzîkî lîrîzmê dibe. Lê mixabin, ev zimanê helbestî carinan di vegotinê de valahîyan diafirîne; hevok mîna giravan dûrî hev xuya dikin. Dibe ku ev valahî hilbijartinek hişmendî ya nivîskar be: dibe ku ew dixwaze perçebûna hişê leheng û ezîtiya wî ya belavbûyî bi awayekî teşeyî vebêje. Ji ber ku roman ne wekî yekîtiyeke vegotina klasîk e, ev berhem bêtir dişibihe ceribandineke herikîna hişmendiyê. Her ku leheng difikire, em xwîner jî dibin govana ramanin wê. Yek ji aliyên herî balkêş ên romanê ew e ku ew mijarên penaberiyê, parçebûna malbatê, biyanîbûn û koçberiyê di asteke navxweyî de honandiye. Xuya ye ku çîrok li welatekî Deryaya Spî li parzemîna Ewropayê
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
ROMANEKE XWEŞ û ZİMANEKÎ PİRSÎSTEMÎ
Puan vermedi·88 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
32 saatte okudu
·
Okunma: 06 Haziran 2025 17:39
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike nava kundir-7” Roman bi vê hevoka bi pirsgrêk dest bi rêvîtîya xwe dike û piştre hiş diherike; kuxika bav a bêkeys, şîşikên dayê, X, Y, Z û feminîzmeke nêr ( Hewce ye em hevparîyên vê romanê û romana Eyşana Beravî ya bi navê NOWA binêrin ji bo em karibinj femînizma li edebîyata kurdî nas bikin.) 1- ! Herî pêşî li romanê xalebang bala mirov dikêşe. Çikû xalebang heyecana nivîskaran an jî heyecana nivîskar dixwaze bide xwendeyan temsîl dike. Gelek nivîskar ji bo xalebangê dibêjin “fiyaskoya uslûbê” ye, “bêzewkî” ye, “karektera lawazîyê” ye. Li gorî min jî nehewceyîyek e. Em dikarin xalebangê nola emojîyên li sosyal medyayê ên bi xalbendîyan têne çêkirin bibînin. Mînak: :-) Scott Fitzgerald ji bo xalebangê dibêje “Nola mirov henekekê bike û xwebixwe bi heneka xwe bikene.” Belê, li romanê kesekî bi sê dengan gotîbe “hawar” ma hewce ye ! li dawîyê hebe. 2 - WEKÎ Li edebîyatên cîhanê gelek caran tişt bi şibandinan têne tasvîrkirin û têne vegotin. Li edebîyata tirkî teşbîh/şibandin bi piranî bi peyvekê(daçeka şibandinê “GİBİ”) tê kirin. Loma em di piranîya berheman de rastî hevokên qalib tên. Mînak: "Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı BİR adam GİBİ hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-Hüsnü Arkan-14 "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul GİBİ hissettim."RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci(r.135) "O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan GİBİ üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar GİBİ beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı GİBİ beni rahatsız ediyordu.( RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci-131) Li kurdî jî li gelek berheman em rastî gelek şibandinan tên û gelek hevokên
Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
NOWA Û NOTAYEKE ŞÎN
Puan vermedi·104 syf.··
2025 7. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 25 Mayıs 2025 14:54
NOWA û NOTAYEKE ŞÎN “Kêra destê xwe kirasê pîvazê spî dikim.9” Roman bi vê hevoka bi “allegorî” dest pê dike. Hevokên ewil ên romanan gelekî mûhîm in; çikû hevoka pêşî bersiva “ez ê çi bixwînim?” dide xwende. Çima allegorî? Çikû gotîye “kêra destê xwe “ negotîye “Kêra Lİ destê xwe”; negotîye “qaşilê pîvazê” gotîye “kirasê pîvazê”. Jixwe “spîkirin” ji allegorîyê jî wêdetir e. Piştre, Nowa, baba, NO, dirankir, zeman, çav, dil, trêna şeşan, otobos, nameyên mirîyan, ava pîvazê û herka hiş... Teybetmendîya teknîka “herikîna hiş” wisa ye, ew ji xwe re coyekê çêdike û ber bi deryayê ve diçe. “Diranê hiş 11, bişkoka hiş 90, memikên hiş 90, derê hiş 96, çavên hiş 96,bişkokên perdeya hiş 97, zimanê hiş 84,Berîka hiş 86, Orta ezmanê hiş 49, Destê hiş 27, otobosa hiş” Nivîskar, bi serkeftî ev teknîk bi kar anîye û xal li dawîya beşan danîye. “Go çîçirîskê derpê qulîskê kun enavê li ber dolabê jinka bavo ez birçîme gepil nano. Jinka bavo go;…” Tişta vê romanê “xweştir” û “geştir” dike, ev afirînerî ye. (çîroka nanî/nên) Hem folklorê dixe navbera metnê, hem jî nan li dawîya her beşê dibe sembolêk. 1- Li romanê hin hêma û têmayên helbestî gelek bi serkeftin hatine bikaranîn. Mînak: Neynikên xeydok 48 ferhenga şevê 49 Dengekî pîr 49 bayekî şil 51 Wêneyê ewrekî nepixî 10 Hêrsa xwe ya şîn 2- Li zimanê berhemê gelek mijar hene yên bala mirov dikêşin. Mînak: Taswîrên bi “endamên bedenê” (li helbestên kurdî gelekî tên bikaranîn; bi teybetî li helbestên jinan) Li NOWA jî ev zimanê bûyî klîşeyeke helbestên kurdî heye. memikên gerdûnê 87 Memikên guh 95-40 Gurçikên qûnê 63-83 aqilê lingan 85 Lingên gotinan 89
Edebiyat
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
Medeniyet dediğin tek dişi kalmış canavar!
8/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2021 71. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 20 Eylül 2021 13:13
Joseph Conrad’ın kaptanlık yılları anılarından beslenen “Karanlığın Yüreği”, feribot kaptanlığı yapan Charles Marlow’un Kongo nehri üzerinden Afrika’nın derinliklerine yaptığı seyahati anlatıyor. 20. yüzyılın en iyi 100 İngilizce romanı arasında sayılan eser, “uygar” beyazların “vahşi” Afrika yerlilerine “medeniyet götürme” adı altında yaptıklarını paylaşıyor okuyucusuyla. Bu çarpıcı romanın Francis Ford Coppola’nın müthiş filmi “Apocalypse Now”a da ilham kaynağı olduğunu söyleyeyim. İzlemediyseniz, bu filmi de şiddetle tavsiye ederim. Yaşanan dönemin tarihi hakkında @Nordavind o kadar güzel yazmış ki, üzerine bana söz söylemek düşmez; onun o muhteşem incelemesini şuraya bırakayım: #28491745 Belçika’nın bugünkü zenginliğinin kaynağı olarak gösterilen ve ülkede ismi hala meydanlarda, caddelerde, bilumum heykel ile yaşatılan Kral Leopold’ün, bakir orta Afrika’nın elmas başta olmak üzere fildişi, kauçuk ve palmiye yağı kaynaklarını nasıl sömürdüğünü, köleliğe karşı çıkan yerlilere ne gibi işkenceler uyguladığını ve para uğruna benzerini tüm kıtada yapan “medeni” dünyanın bu olanlara nasıl göz yumduğunu bu muhteşem incelemesinde çok başarılı anlatmış @Nordavind Yazarımız Joseph Conrad Polonya asıllı bir İngiliz. Uzun yıllar gemi kaptanlığı yapan ve 10 yıl da romanda bahsi geçen Belçika şirketi için Afrika kıtasında çalışan Conrad, o dönem gördüklerini kahramanı Charles Marlow ağzından paylaşmış okuyucusuyla. Efsanevi başarılara sahip fildişi tüccarı Kurtz hastalanmıştır ve bu basit gemi kaptanının görevi Kongo nehrinin derinliklerinde ilerleyip onu kurtarmaktır. Yolculuğu sırasında, nemli ve puslu ırmak kıyılarındaki seyahatindeki gözlemlerini; gözlerini para hırsı bürümüş şirket yetkililerini, gemide çalıştırılan zenci köleleri, yamyamları,
Tarih
Karanlığın YüreğiJoseph Conrad · Bordo Siyah Yayınları · 20185,5bin okunma