Jîn? Jîn çi ye? Jîn beriya mirinê têkoşînek e an jîn beriya mirini mirinek din e? Li gor fikr û ramanên hindî kesan ev jîn tê cûda cûda wateyan. Lê di rastiyê de jîn çi bû û çi ye? William Shakespeare dibêje: Jiyan evînek e... Bijî! Û dibêje, Jiyan xelekek e... Çareser bike! Û ji çend mezinên din di derbarê jîyanê de: Oscar Wilde; Jiyan li ser rûyê erdê tiştê herî kêm e, pir kes tenê hene. Charlie Chaplin; Jiyan dema ji nêz ve were dîtin trajedî ye, dema ji dûr ve were dîtin komedî ye. Artpur Schopenhauer; Salên mirov heta çil salî pirtûk in, salên mayî jî rexneya wê pirtûkê ne. Publilius Cyrus; Jiyan ji mirov re nayê dayîn, bi deyn tê dayîn. ... Û dema tu bimrî, jîn xilas dibe; wê te çi biribe an wê te çi bidestxistîbe. Lê bêguman wê her kes bibêjin: mir. Gelo jîn çi bû? Çi ye? Çi dizanî, Jîna di destê te de ma gelo ya te ye?