Welatek, te dispêre welatekî din…
Lê, ka te min sipatiye kîjan welatî…?!.
Li wî alî, hezkiriyên te, daketine nêçîra hev.
Li vî alî, hezkiriyên te, siya xwe dixwin, û
wêneyên te, kirne mirêka giriyên xwe.
Li wî alî, pezkovî, sûnda maçîkirina dêmên te xwarin e.
Li vî alî, perperîk, xalxalok, şahing û
qazîmazî, ji bo vegera te, ketine rojiyê.
Tu li virî, û ne li virî…
Tu li wirî, û ne li wirî…
Tenê dilê zavayê te, yê nîvkuştî dizane, bê tu li kurî.