AGIRÊ CÛDABUNÊ
Ji mehbûb dûr kirim çerxê,
felek wê pur helavêtim
Nizanim dê Ii ku dît min?
di vê dewran û çerxê da
Hebîbê bêxeta kuştim,
biderba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min,
ku yar ew tîr li cergê da.
Gelo dîsa bibînim ez,
çiraya wesletê hilbit?
Bisojim şubhê perwanê,
di ber wê nûr û şewqê da
Kurdistan ji berê de bûye meydana îstila û cengê; hebûnên çandî- dîroki, bermayên kevn hertim hatine xirabkirin û tunekirin. Tenê ew a- gahdariyên ku gerokê (seyyah) tirk Evhya Çelebî ji sedsala 17'an dide, bes e ji bo vê rastiyê . Ew di gernama xwe de dinivîse ku, di şerê mîrê Bitlîsê Evdal-Xan û Osmaniyan de, bi sedan cild kitêbên Evdal-Xan hatine şewitandin.
Edebiyata kurdi ya nivîsandi geleki kevn e. Zimanê kurdi, beri gelek zimanen milletên din (wek: zimanê rûsî û zimanên slavi yên din) berhemên edebi daye, ku ev milletana iro di nav milletên hevçaxi de xwedi dewlet, azad û serfiraz cihê xwe girtine. Belam sed heyf û mixabin ku, iro gelê Kurd li hember inkarkirm û derewê dewletên dagirker, dicadine ku hebûma xwe ya do û iro bi dinyayê bide zanîn. Ew dixwaze di welatê xwe de azad û serbest bijî, Ii tarix, çand û zimanê xwe xwedi derkeve.