samed botan

samed botan
Lê çavdêr be, bêdeng be, kêm darizîne û gelekî bipirse. https://1000kitap.com/yazar/platon
9/10
·166 syf.··
Beğendi
·
2022 18. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 19 Mart 2022 23:21
Pirtûka me a yekemîn e ku liser folklora Kurdî lêkolîneke bi zimanê Kurdî hatiye çêkirin, ji alîyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêj e du rûçikên vê pirtûkê hene:folklor û jin, herdu babet jî ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Hûn dikarin bi saya vê xebatê nasîya xwe bide folklora Kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji alîyê din bi saya materîyalên folklorîk derbareyî cîhê jinan û rewşa jinan de dikare zêtir agahdar bibin, zaniyarîyên xwe pêşta biben, nûh biken. Ji alîyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, hûnê bibîne ku, jinan di nav folklora Kurdî da ji xwe re textek ava kirinye û serdestîke (hakîmîyet) wan heye. “Kerem kejorê bibe ezîz mêvane, Ji seferê hatî, ezîyet dîne, ezebê girane, Emê şermîyê bavêjin berpîyane, Gerdana min kupî hingivîne, Şirîn-şirîn bimijîne. Perda edebê ji ber hilîne, Bax û bostanê min gîhiştîne. Hesar kirî bo te min hîştine, Bikeve nave, gul sosinanjê biçîne.”
Kurdî
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinanRohat Alakom · Avesta Yayınları · 201313 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
10/10
·106 syf.··
Beğendi
·
2022 17. kitabı
·
22 saatte okudu
·
Okunma: 10 Mart 2022 21:55
“Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm.” Belê hevalên xuşewîst bi vê gotin ê( gotina seîd ê kurdî ye) pirtûka me diqede. dizanim min we nav jêgiran de hişt biborin. Lê sûc ê min nîn e Ji ber ku her gotin pir hêja û kurdî bû:) wek navê pirtûk ê jî dîyar e, ji gotinên navdaran pêk tê (navdarên cîhan ê) û hin gotinên anonîm û hin jêgir jî ji pirtûkan hene. Bi rastî min qet ne dixwest ku dawiya wê were. Ji ber ku her gotin ji penûsa zana, nivîskar û rewşenbîrên çîhan ê ên herî navdar pêk tên. Mirov dikare ser her gotin ê demjimêran bifikire û rawe bike. Jixwe ez bawerim ev hişmendî bi were jî çêbû, biwan gotinên parvekirî. Silav û hez… “Gava mirov jiyanê û nejiyanê weke hev bibîne, hingî mirov digihîje azadiya xwe.” Fyodor Dostoyevski
Kurdî
Gotinên NavdaranFirat Cewerî · Nudem yayinlari · 067 okunma
Evîna nîvcomayî
10/10
·232 syf.··
Beğendi
·
2022 12. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 27 Şubat 2022 20:59
Siya Evînê, romana jiyana ronakbîrê kurd Memdûh Selîm Begê Wanî ye. Qala serbûriya wê dike. hûn bixwazin ezê hinek qala romanê bikim. memdûh selîm beg, serê roman ê de li stenbolê pêş berê meye û li wir ser sîyasetê dixebite. Na na ne ser sîyasetê. min “sîyaset” çawa hişê xwe de bir, nişka ve hevokek ji pirtûk ê hat bîra min dixwazim ji we re jî parvebikim “em sîyaset ê nakin, em wek hemû netewan mafê xwe dixwazin û diparêzin. em sîyaset ê nakin, em xwe diparêzin”.bila ev jî peyama civakî be;) Ser meselê, memdûh selîm beg li stenbol e. ji stenbolê diçe sûrî û dûv re li antaqyê cî dibe.li wir Evîndarê keça çerkes Ferîhayê dibe. Lê mixabin ew bê evîndara xwe dijî û qedera memdûh selîm beg keserkûr û hesret ê de dibore. Jîyana ronakbîrê kurd di romanê de dûdilî û heya dawiya dawî jî li nav hêvîya ferîha yê de xilas dibe. Tê hûn romanê de Sirgûn, bêmiradiya evîna nîvcomayî, têkçûn, bêçarebûn û xerîbiyê bijîn û bibînin.
Kurdî
Siya EvînêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20147,6bin okunma