"Eger ji helbestên min,
gulan derînî,
ji çar demsalên min, yek dimire.
Eger yarê derînî,
dido dimirin.
Eger nan derînî,
sisê dimirin.
Eger azadiyê derînî,
sala min dimire,
û ez jî pê re."
#serkobekes
....
Kengê xakekê bibînim
bê al û bê nasname
paleyên rû qemirî
û
qesrên radipelikin ber perên esmanî
CEGERXWÎN tê bîra min
deng û awaza wî ya
vediçirîne betanê şevê
Ji ber xwe ve bilind dibe
destê min ê çepê
û doza dohtina guhanan dike
Ji Rojê
#cegerxwin