Gava Helbest Dihetikîne
Puan vermedi·80 syf.··
2025 82. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 11 Ağustos 2025 20:20
"Pexşan ji helbestê zêdetir baweriyê dide mirov, lê helbest bangê birîna xedar dike." -John Berger Min li cihekî xwendibû digot helbest ne ji bo fehmkirinê, ji bo tehmkirinê ye. Ev gotin pirr li xweşa min çûbû, lewre ez bi xwe jî wisa difikirim û bi vî çavî li helbestê dinêrim. Helbest ne ji bo şîretan e, derdekê wê yê wisa jî tune ye ji xwe, û ne ji bo qanihkirinê, ne ji bo agahdariyê, ne ji bo vegotinê ye.. Helbest ji bo kêliyê ye, ew kêliya ku jiyan tê de di heman demê de him diçûrise him jî ditemire. Ew helbesta ku me kaşê wê kêliyê dike serkeftî ye, wekî din bilebil e, êşkence ye. Em werin ser pirtûka xwe ya îro: Xunçeyên Heyamê. Pirtûk ya helbestvanê Giyadînî Rizgar Elegez e. Di sala 2020an de hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duduyan e. Rizgar Elegez yek ji wan emekdarê zimanê kurdî ye, geh bi nivîsên xwe, geh bi wergerên xwe. Keda wî ya bi salan nayê piştguhkirin bê guman, û şexsiyetekî hêja ye. Lê mixabin min ti tahm ji vê pirtûka wî ya helbestê negirt. Hewqas giran, hewqas dirêj, hewqas li hev alîyayî; min pirr zehmetî kişand dema xwendinê. Lê divê helbest bi me wiha nede hîskirin. Divê em bêtir sivik hîs bikin "wê kêliya xwendinê". Elegez, pirtûka xwe ya ewil 2015an de nivîsiye, pirtûka wî ya dawiyê jî îsal yanî 2025an de derket; deh salên sax. Min pirtûka dawiyê "Şîrê Tarîyê" xwend, dikarim bibêjim ku di nava vî deh salî de guherîneke erênî heye, qe nebe li meriv sivik tê xwendin û fêhmkirina wê. Ji ber tercîha peyvan, kafîye û hwd. terzeke Rizgar Elegez heye, dema meriv dixwîne dikare pê derxe ku ev rêzik aîdê wî ne, ev herî zêde jî bo xwînerên ji herêma Serhedê derbasdar e. Elegez, çendek berê pirtûka nivîskara Emerîkî Amy Lowell a bi navê "Ewrên Şevê" wergerande kurmancî. Min ji wergerê hez kir, gelekî serkeftî bû. Em dikarin Lowell wek Sapphoya duyem
Xunçeyên HeyamêRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 20238 okunma
ZİMANÊ HEVPAR
Puan vermedi·136 syf.··
2025 14. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14
HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez “Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)” Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were. Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî. Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê. Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî
Kurdî
Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên DinRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 202415 okunma
Reklam
LAP û LAP
Puan vermedi·104 syf.··
2025 13. kitabı
LAP û LAP Pêparê Biharê “Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72 “… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72 “Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99 Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û… Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne. Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha
Pêparê BiharêMem Zînistanî · Avesta Yaynları · 20252 okunma
Puan vermedi·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 31 Mart 2025 14:20
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
Oidipusê Kurd Li kolanên Ewropayê Çîroka Xwe Dihone
10/10
·152 syf.··
Beğendi
·
2024 139. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 30 Kasım 2024 10:46
"Ziman; cîhanê, her roj ji nû va ava dike..." Eve demeke dirêj e min berhemeke hewqas serkeftî, bi tehm û têrgoşt nexwendibû. Tê da çi tune ka :) Ne tiştekî hêsan e ku nivîskar rastî û xeyalê di binê guhê hev bixe, di navberê da hewqas teknîkan bi kar bîne, di taliya talî jî ji heqê wê derkeve. Gelek caran nivîskar di nîvî rê de têk diçin an jî tê da gut dibin, nikarin jê derkevin, lê Kamuran Çakir yek ji wan nivîskaran e ku dawiya tunelê dîtiye. Nivîskarê me ji Serhedê ye, ji êla çuxuriyan e, [ ez jî çuxurî me ji ber wê ekstra hej jê dikem:) ] ev, berhema wî ya ewil e û ji nav weşanên Pallê derçûye. Ya rastî piştî hevnasîna vê berhemê, ji bo edebiyata Kurdî, hêviya min geştir bû. Cara ewil nebe jî yek ji wan kêm caran e ku ez dibînim berhemeke Kurdî çawa di nav edebiyata cîhanê de ji xwe'r cîhekî qewîn çêd'ke. Berhem ji me ra çîroka pezkovîyekî (navê leheng e ev, ne ajalek e), vedibêje ku ev pezkovî tim di nav lêgerînekî da ye, em dikarin bibêjin ew, rasterast li mirina xwe digere. Lê di vê lêgerînê da ji me ra çîrokan dibêje ku ew çîrok bi xwe jî di nav çîrokên din da ne. Ev teknîka honakî (fiction) bi awayekî serkeftî hatiye neqişandin. Di heman demê de, em tenê çîrokan maxwînin, li pişt perdê her tim dengê mûzîkên cîhanê têne guhêd me û em car caran jî diçin sînemayê, şanoyê yan jî li mala xwe em fîlmên Godard, Kaurismaki, Wenders, Duras û hwd temaşe dikin. Ev tevliheviya hunerê meriv ji hiş miraz da dixe. Dîsa, di nav berhemê da em rastê "bênasnamebûna eşqê", "têkiliyên homoseksûel", "redkirina sînoran" "bûyer û lehengên mîtolojîk" û her wekî din tên. Di heman demê de, ev çîroka pezkovîyê Kurdistanê xwe dispêre çîroka Oidipusê Yewnanî ku ev cara duyem e ez dibînim berhemeke Kurdî îlhama xwe ji vê çîrokê girtiye. Welhasil, tiştên xweş xweş in, hêjayê dîtin û
Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê KuştinKamuran Çakır · Pall Yayınları · 202425 okunma
Seriyo tu qurbana piyan bî
10/10
·250 syf.··
Beğendi
·
2024 15. kitabı
Niviskar tevna xwe ser du dara darxistiye. Zimanê folklorîk û şêwaza nûjen. Bêzar karakterekî xurte. Aliyê wî ên xurt , xwe bawer jî hene ku merî divê dê çiya wergerine. Lê aliyê wî ên bêzar jî heye ku dibe bingeha romanê. Hezkirina wî a hember ca wî, û bavê xwe tune hesibandinê bigire heya têkiliya wî û kurê wî, a hevjîna berê û a xoşewîsta wî Suzanê, heya a hevalên wî hemî jî bi min bi navokokî diherike. Ev karekterê bêzar û ev jiyana bê wate helbet wê axîriya wê jî ev buya. Çawa ku me gotibu berhem nûjene. Ser vê bingehê hemû karakter jî nexwaşin : nexwaşê vê serdemê ango hemi jî bêzarin. Bêzar,Gorkol, Zuhre, Cimo, Suzan heta Mîrza jî . Lê Bêzar; Têkiliyên wî ên civakî mîna şîzofrenîyaye. Wekî girêdaneke trawmatîk lela xwe hezdike. Lê ji bo lelê qet tiştekî nake ku dilê jinikê hinekî hênik bike. Kurê xwe û Suzanê jî pir hezdike. Lê herduyan jî piştguh dike. Ew hevjîna kû jê qetiyaye re kumreşiyek ecêb dike. Erê behsa Bmwê heye lê xwediyê Bmwê holê tune ye.Divê ez diçim ofîsê, a rojnamê. Çawa ku rojnameger be qal dike. Lê ne rojnemavane, mamoste ye . Derekî divê Lelê danzdeh sal ji min mestire. Qet ser zû mêrkirina lelê nasekine , merî divê Lelê xuşka wî ye . Dema Zuhre qala zewaca xwe û Cimo dike. Cawakû Cimo destê zorê Zuhrê ji xwe re aniye. Lê kerreşivan Cimo bi dilekî hisayî cote bazin bal Mihraliyê çerçî ji bo Zûhrê distine. Zuhre jî dehan car divê ez cote bazin xapiyam. Em disa vegerin li ser Bêzêr; Bêzar çûna Ehmedşah a nava refan qet napejirîne. Li gor wî tiştekî badilhewa bû. Dema Ehmedşah şehit dikeve. Haya xwêner bi monologên Ehmedşah jê çêdibe. Lê pir tê ajitekirin pir Arabesk dibe. Gelo ev nêrin jî ên Bêzar bun?Bêzar hember Mem Zînistanî jî dijminiyeke pir mezin lidardixe. Erê Memê bêyî wî çîroka wî nivisî bû. Lê ne ew bertek jî. Hemû nas û
Edebîyata Kurdî
Bêzarên DinyaligêMem Zînistanî · Avesta Yayınları · 202111 okunma
Reklam
Reklam