Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
Ev ne nirxandine. Tenê nîşene
10/10
·272 syf.··
Beğendi
·
2026 16. kitabı
·
330 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 16:50
Qernewala qehpikên dinyayê. Bi rastî jî hemî pevşabnên ensestî - Xweda ( wend) jî di navde - bune qernewal bune deng hatine ber destê xwîner. Tevna metnê, honaka wê nexş û nemûşênn wê wusa cure bi curene . Tu dibê qey niviskar serê xwîner kiriye meşkê serî dibe dew. Piştre niviskar qernewala Baxtîn qalê kiriye ta bi derzî dike û bere bere hemî kes cîhê xwe dibinin û diseqirin. Di vê metnê de serdest tune,pîroz tune aqilmend û dildar tune. Hemî yekin hemî wekhevin hemî di şuna hev de ne. Dengê hemiyan navhev dikeve. Berhem dibe orkestraya dinyayê. Keseyatê sereke ( dibek ku tunebe)xeynî emeliyata mejî bi binavcavkirinekî û darizandinekî dikeve nav qernewala dinyayê. Zilm û zordariya ku hatî serî û serdestiya Kulorbadirîn.Ev Kulorbadirîn kiye, an jî çi ye? Çima ew qas cûda û serdest bû? Bi nêrîna min Kulorbadirîn hêmana derman e; Ew derman( meddeyeke di nava hîn dermana heyî ye)hişê mirov ditevizîne. Kesayetê me jî tê binçavkirin, înkeceyan dibîne ( hemî diranên wî tên şikandin) ji xwe emeliyeteke giran derbas dike. Ev Klorpromazin di tedawiyên nexweşiyê wek şîzofren bipolar û ên mêla wan li ser tundiyê be tê karanîn. Di nava metnê de çi car navê Kulorbadirîn derbas dibe hertim qala dadgeh,bersuc ,edelat û qala tundiya tevşoyê ko tê kirin. Ji ber ku em şêwaza nivîskar a badana peyvan dizanin dibe ku niviskar bi peyva Kulorbadirîn dike berê me bide maddeya dermanan a bi navê Klorpromazin . Eke din jî kesayetên metnê taybetî ên mîtolojîk hemî jî têkiliyên wan bi têkiliyên zayendî ên ensestî hene. Lê têkiliyek Kulorbadirîn a têkiliyek zayendî an ensestî tune. Ji ber wê bi firîna min Kulorbadirîn cuda ye. Zimanê metnê wek melodiya li bilura bilurvanekî arxaîn arxaîn dijene. Di nava vê heyteholê vê geremola Heteroglossîsayê ziman buye keskesor; Peyvekî
HeteroglossîaH. Kovan Baqî · Ronahî Yayınları · 201911 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê
7/10
·288 syf.··
Beğendi
·
2026 5. kitabı
·
26 günde okudu
·
Okunma: 29 Mart 2026 21:47
Va pirtûka dema min xwend ez bi taybetî çûme serdema dema Dewrêş û Edûlê evêndariya dest pê dike û zarokatiya herduyan û jîyan a bav û kalên wan bû. Pirtûk çanda koçeriyê, dûzena jîyan a çadira wê demê ku bi şert û mercan hatine hevdû nîşan dide. Her waha sîyaseta Osmanî ya ku li ser eşîrên Kurdan dimeşîne dide baş dide nîşan " le belê di gellek cîhan de zêde zêde dikeve hûrgulîyan ev jî carna dibê nivîskar herikbariyê ji dest bernede" û wekî dinê hogirtî ya ciwanên ebra milan û yên kurdan xwe bi germî û xwedê derketina hev û bi taybetî jî ya jina balkêş bû. Nivîskar di vê mijarê de li gorî min serkeftî bû. Pirtûk; di mijara xwendina kurdî de jî başe û gellek peyvên herêmî têde derbas dibin hewceye dema mirov xwend, nîşe(not) bigire ji ber ku ramanê mirov ên Peyvan xurt dike. Qehremanê pirtûk ê Derwêş; bi jêhatîbûna xwe gellek di pêş deye û pir jî zîrek e. Evîndariya Derwêş û Edûlê bi rastî dema min pirtûka wegera tirkî xwend min hewqas kelecan nedigirt û wê pirtûkê gellek deran jî çewt hatibû wergerandin. Bi kurtasî pirtûk gellek xweş bû û ez jê pir peyv jî fer bûm. Hewceye her ciwaneke kurt bixwîne.
Kurdî
Dewrêşê Evdî kulîlka bilbizêk û rimEyüp Kıran · Nubihar · 059 okunma
8/10
·56 syf.·
2026 83. kitabı
Çocuklara notaları öğretmekle kalmayip ayni zamanda saygıyı,paylaşmayı da öğreten çok zevkli bir kitaptı kesinlikle çocuklara okutalim diyorum.Bir eksim Do dede balli kurabiyeleri sütle açip yiyebilirdi orası biraz garip olmuştu
2026 Okuma Raporları
Notalar ApartmanıŞöhret Doğruyol Sağbaş · Epsilon Yayınevi · 031 okunma
Deryayeke di Nav Bergê Piçûk de: "Dema Tu Çûyî"
Puan vermedi·72 syf.··
2026 4. kitabı
·
4 saatte okudu
·
Okunma: 23 Mart 2026 18:55
Salek berê, di rojeke îmzekirinê de, min ev pirtûka piçûk tenê ji bo piştgiriyê kirîbû. Îro, gava min di nav pirtûkxaneya xwe de li pirtûkekê digeriya û ji xwe re digot: “Gelo ez niha çi bixwînim?”, çavê min li vê pirtûka qebare-piçûk ket û min got: “Bila rêza vê be.” Lê belê, min dît ku ew tenê ji derve ve piçûk e... Hundirê wê deryayeke bêbinî û tije pêl e. Pêlên wê li keviyên dilê mirov dixe û henaseya mirov di qirikê de diçikîne. "Dema Tu Çûyî"... Ev ne tenê pirtûkek e; ev birîneke zindî ye ku di kûrahiya dil de vedibe. Her rêzeke wê wekî tîrekê di dil re derbas dibe û birîneke nû vedike; lê di heman kêliyê de, wekî melhemekî ronahiyê li ser wê birînê dadiweşîne. Dema min ev pirtuk xwend, hêviyên min geş bûn û dilê min germ bû. Wekî kesekî nenas hat, destê min girt û bi pistepist got: “Tu ne bi tenê yî… Em hemû birîndar in, lê em hîn jî li ser piyan in.” Bi kurt û kurmancî; divê her kes vê pirtûkê bixwîne û di wê deryayê de xwe…
Şiir
Dema Tu ÇûyîLeyla Saraç · Aram Yayınları · 20242 okunma
8/10
·194 syf.··
Beğendi
·
2026 13. kitabı
Niviskar Şener Ozmen destê Sponizayê girtiye û bajar bi bajar welatê Kardoxî( Kurdistanê) gerandiye. Her jar,her kesayet portreya heleke welatê Kardoxî ye :Portreyên têkçûne, windabûne , tunebûne. Hêst û ramanên wan ne rasterastin, kêm dibin, zêde dibin diguherin ji ber wê bertekên wan jî diguherin. Tu kes azad nîne: Ji xwe azadbûn, azadanebun ne di destê wan de ye. Sedema hemî tiştan heye, hemî tişt girêdayê hevin, yekin. Disa jî ne bê hevîne . Yek ji yê herî têkçûyî Yasîn gelek caran divê "Tu têgih ne hêjayî wê ye ku mirov xwe ji bona wê bide kuştin " ( r.165/#299075496 ) Her çiqas Xo(Zaxo), Dê ( Amûdê )û Bad(Mahabad ) hebin jî navend Zex ( Hezex)e navend bakûrê welate . Rexneyên tuj li tevahî tevgera azadiyê a li bakûr dike. Tu bê rêxistin tenê li bakûr heye. Dema dikeve geremola rexneyan dev ji kitekit û sedeman berdide,tenê dibêje 0 derbas dibe. Dema axaftin an jî tiştek ê zimanê biyanî ( Tirkî, Farisî, Erebî) dixe navde. Wergerê nake. Ango mixabin zimanên serdest bi çend hevokan serdestiya xwe avadikin. Bi min ev ne pirzimaniye . Ev rasterast serdestiye. Ez sewraxt nebûm niviskar çima wa kiriye . Çîrok, xwe bi honak û zimanê xwe, bi awayekî tinguz diherikî. Ez nîzanim ew hêlên têkiliyên zayendî çima ketin nav de. A rast têkiliyên zayendî gotî pênaseyek sivike. Ev rasterast pornografî bû. Niviskar çima tiştekî wa kir nîzanim. Qey heyfa wî berhema wî nehatibû?. Qey kesekî pêşiya çapê xwendibû, ew şiyar nekir . Û Kevane, nivê nîva berhemê kevane bûn. Ji ber kevana xwêner nikarî bikeve nav berhemê. Koma amedekariya çapê çima mudaxale nekir? Heyfa berhemê.Pirsgirêkên editeyeyê berhemê xwe mezintir bû.
Edebîyata Kurdî
Rojniviska SpinozaŞener Özmen · Lis Yayınları · 20081 okunma