Rojekê di huzûra xelîfe de hejmarek zêde ji wezîran û giregirên welat û mirovên dewletê kom bûbûn. Behlûl jî di nav wan de bû. Wezîrekî xwest ku hinek mizawiriyan bi Behlûl bike û got: "Ey Behlûl! Ew çi rewş e, ku te xwe kiriyê şeklê dîn û mesqereyan? Tu bûyî qeşmerê zarokan. Bi piyên xwas her roj di kuçe û kolanan de siwarê şivikekî dibî û zarok li pey te ne!" Behlûl bersiv da, got: "Efendî! Çi xirabî di vî karî de heye?" Wezîr got: "Ecêb e, ku tu min nas jî nakî? Ma tu nizanî ez wezîrê hezretî xelîfe me û mirovekî oldar im, her şev ber bi asîmanan ve bilind dibim, bi saetan ji asîmanan seyra erdê dikim." Behlûl got: "Ji te rica dikim kerem ke bibêje; gelo dema tu diçî asîmanan, te qet li wê derê tiştekî nerm î mîna şimayê xwariye?" Wezîr got: "Belê, çend caran rastî min hatiye." Behlûl got: "Ew tiştê nerm sergînê kerê min e!"
Lê hê muhube mi kes nedî ji te rindtir li dunyayê
Berxê sibe bû gerdena te zer e fenanî gerdena di Zînê
Çav û birûyên te fenanê çav û birûyê Belqîzayê
Tumtêl û girêdan û rêvaçûyîna te fenanê Zuleyxayê
Ez ji te re sond bixwim tilî û pêçiyên muhuba dilê min ji mûmê ji meşelê ji fenerê tev şimayê