"Lo lo qulingo, qulingê min î deşta vê Rewanê,
Şalûr dixwîne oda Surmeli Paşa de,
Bilbil dixwîne il devê vê iwanê,
Sala par vî çaxî, ez Evdalê Zeynê bûm,
Ez şahîrê dinê bûm,
Şalûrê erdê bûm,
Bilbilê ver perê rojê bûm,
Ez siwarê hespê bûm,
Ez di hidûdê Ecem de rûniştîbûm,
Aşiqé pelê Gulê bûm,
Gulê, merûmê, ez kor im, derman kanê?...