Sõr Aleksi'nin hiç dilinden düșürmediği bir söz vardı. "Kızlarım, ümitsiz hastalıkların, mukadder felaketlerin son bir ilacı vardır: Tahammül ve tevekkül. Elemlerde bir gizli şefkat var gibidir. Şikayet etmeyenlere, kendilerini güler yüzle karşılayanlara karşı daha az zalim olurlar."
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme
Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme
Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez
Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme
Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan
Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme
Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda
şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme
Min navê te kir Başûr*
Ey ew ê ku di ’eba Huseyn de
Di roja Kerbelayê de ye!
Ey guldara ku cangorîtiyê
Bi pisporî dike...
Ey şoreşa axê
A ku raserî ya esman hatiye...
Ey bedena ku ji xaka wê genim
û pêxember dipijiqin…
Destûrê bide me…
Em şûr di destê te de ramûsin!
Destûrê bide me
Em îbadetê bikin
Ji wî xwedanê ku ji çavên te dertê...
Ê ku di xwînê de hatiye şûştin
Mîna guleke sor
Tu yî ê ku belgeya rojbûna me
Daye me...
Ligel guleke azadiyê...