Min xwest ez vê nirxandinê bi zimanê xwe, anku bi Kurdî binivîsim; ji ber ku ev yek ji bo min çavkaniyeke mezin a şanaziyê ye.
"Waris"... Ev nav wê her dem di hişê min de bimîne. Ew jineke pîr têkoşer e ku ji nava çolê derket, jiyaneke butunî cuda ji xwe re ava kîr û tu carî teslim nebû. Ew ne tenê xwe xilas kîr; di heman demê de bû dengê jinên din û keçên piçûk, û ji vê neheqiya hov re got "raweste". Piştî ku xwe xilas kîr, dor hatibû wan keçikên piçûk û bêparastin.
Li pêşberî me çîrokeke jiyanê ya rastîn û hejîner heye. Aliyê herî xemgîn jî ev e ku ev tiştên hatine vebêjan butunî rast in û hîn jî bi hezaran keçên piçûk dibin qurbana adab û rûberên weha zordar û bêrehm... Waris, ji jiyana çolê ya bi serê xwe û sade derdikeve û xwe di nava cîhana qelebalîg, xerîb û zalim a bajêr de dibîne. Lê ruhê wê yê têkoşer û biryardariya wê, dihêle ku ew çîroka xwe ji nû ve binivîsîne.
Li her welatî, li her derê cîhanê bi hezaran jin hene ku rastî zordarî û zilmên weha tên. Dema ku min pirtûk dixwend, min her dem ev pirs ji xwe kîr: "Çıma? Çıma her dem jin neçar in ku van hemû êşan bikişînin?"