"Dilê mêrekî tiştekî xerab û xayîn e,. Ew ne wek malzaroka dayikê ye. Xwîn jê naherike, fireh nabe da ku ji te re cîh çêbike."
Ay lo dilo, neçaro dilo Xwûniyo dilo, bê 'aro dilo Te di serê min de nehiştiye ne hiş e ne aqilo Ay lo dilo tu delal î Tu çira bi ro digrî şev dinalî Ma ne bes e ji te re, te ez xistim vî halî Xwûnîyo bes e, neçaro bes e Ez î kal im dilo ma tu qe kal nabî dilo Ay lo dilo, mal xirabo Ma zuhar tu tameşe nakî Li xelk û 'alemê Li 'erd û milkan Li qesr û qonaxan Dilîzine bi peran û zêran Ma zuhar tu tameşe nakî Li halê min ê xerab Li nigê xas Li serê serqot Li bejna bê keras Li dilê min î aliyêkî bi kulo Ay lo dilo! Felekê tu xapandî dilo Çûkiya 'imrê te da li her çar aliyê cihanê tu gerandî dilo Ti carî tu nehebandî dilo... Baqî Xido
Stranên Kurdî
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Dîlbera dil şadî
Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Müzik
Seneca
"Alim divê tiştên herî xerab jî bi rûkenî pêşwazî bikin."
Gava mesele dibe Mafên Kurda
Wan, ayetên Xwedê bi berjewendîyeke demkî firotîye û rêya wî (li ber kesên din) girtîye. Tiştê ku ew dikin çiqas xerab e! — Tewbe, Ayet 9 📖 Qurana Kurdî
Kurdî
Sûreya Nîsa
Malên sêwiyan bidin wan û malê wan ê baş bi yên xwe yên xerab neguherînin; bi malên xwe re malê wan nexwin, ev gunehekî mezin e. Ayeta 2
Kurdî