Mirov gelek caran wisa bi helwesta mirovan ecêbmayî dimîne. Di her mirovekî de mirovekî din veşartiye, carina di mirovên baş de ên xerab, di ên xerab de jî ên baş veşartî ne.
"Na wele mêrik xerab i. Dibê jin teyşt i mêr dilop i. Dibê dilop û teyşt ne li ber bi ewê di erdê da heri wenda bibi, teyşt li ber bi ewê bidi hev û ewê biki mal û ew ê tevdîra xwu pê bigrê.”
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Li gorî salixan zimanzan û xemxwurê kurdî F.Huseyin Sağniç jî bi meseleyeke wiha re rû bi rû maye. Henekê FH. Sağniçê ku li jêr hatiye nivîsandin, her çiqas dûrî ruhê vê pirsa jinê be jî dîsa jî, diyardeyeke bi vî rengî balkêş di xwe de dihewîne, hewceyê dabaşkirinê ye. Gava ji ber vê nivîsê min hinek pirs ji hevalên xwe re rêkir yekî ji wan (Elhekîmê Tetwanî) ev nîşe li bersiva xwe zêde kir ji min re şand: "Ez ê li vir behsa Mamê Feqî Huseyin Sağniç bikim Mamê Feqî gelek girîngî dida axaftina bi zimanê kurdî rojekê nasekî Mamê Feqî diçe dikana wî û di wê demê de êvar e û ceryan jî tune. Ew mirov dibêje "Feqî Amca nasilsin?" Feqî; "Ez baş im biraziyê min." Mirov; " Feqî Amca sana bîr konuda danışacagim" Feqî nahêle axaftina xwe bidomîne û jê re dibêje: "Mala te xerab nebe ez di rohniya rojê de nikarim bi tirkî biaxivim ez ê niha çawan di vê tariyê de bi tirkî bersiva te bidim, ka bi kurdî bipirse ku ez bizanim."