Gava tu têyi bîra min Xerîbi diçe zora min
Kurdî
Helbest Kurdî Şiir
Ay lê welato Pel û baskê min şikestî ye Ez ji dilda birîndarim Ne çareye li min Li ser doxtor û hêkîma Ax lê welato Destê min nagêje te Te Ez kor û lal kirim Li wî welatê xerîbîye Ay lê welatêmin Ez dîn bum, bum êvdal Min xwe nedît hedî Ketîm deşt û hola Digerim te nabînim Bi sal û zemana Ez mam li welatê xerîbî ye… Dilê Çîya
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
"Xerîbî bêhna te ye ..."
Ho mêvano ji ku ve tê? Berê te li ku de ye? Tu koçer î yan rêwî yî? Xerîbî ve derê ye Ho birano ez bargiran im Dengbêj û tembûrvan im Mala min ser milan Rojê li gundekî mêvan im
ger ji destê te bihata.. belkî ji destê te bihata min ê welatek bixwesta, dema dengê baranê xwe li pûkê xist, dema tenêtî bû girêkek û di singê de xwe mezin kir, dema gavên te di valahiyê de çû û hat û te poşman kir, jîn.. û dema te xwest vegerî bo du gotinan, çend henekan, qedehek çay, fîncanek qehwe bi cilên keskeksorî, di bin ala serxwebûnî de, li wir, li qerexa Dicleyê. û dema te xwest bibêjî êdî zarok qet nayên kuştin di dawa dayikan de, û dema te xwest bibêjî êdî hemû deriyên bajar vekirîne, ji her çar parçeyên dil û dema te xwest bibêjî, tovek çandiye di axê de, agirê newrozê sal, duwazdeh meh li kelehê gurr û geş e.. belê, min ê welatek bixwesta ji te dema dengê baranê xwe li pûkê xist, dema êş bû dijminekî veşartî û di singê de xwe mezin kir, mezin kir dema çavên te di kuçe û kolanên Amedê de li kesekî gerî, gerî, û te poşman kir temen. û dema te xwest vegerî, vegerek bo ramûsanekê, çend riste ji xanek, çend şêrînî, meş û dilek, erê, ji peyasê heta derê çiyê, li gavên xwe mikur hatî, meşî, meşî wek hûrika baranê, wek nermahiya biyê, wek beriya tofanê, beriya Amedê, dara berî, bêriya dûr.. kesek, kesek ku, bi tenê belkî, bi du gavan ji te dûr û bi sê gavan li te mûr e ji destê te bihata min ê welatek bixwesta li biyaniyekî, li hember gulên hesînî, pêlêk êş û kûlmek xwê naweşe, nabare, nalenal e, tenê nenalê û nenale ji dengê Cizrawî, şev, xerîbî, û baran e! dizanim helbest bivirek e koy e, li ser navoka min û ya mirinê. qûtbûnekê dixwazim, qirînek, û bêjingek biqasî xwestina welatekî,
Kurdî
Bifikire feqîro Baş bifikire Xerîbî zehmete an feqîrî...
Kurdî