Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Abdullah İncekan

Abdullah İncekanŞivan Perwer Efsaneya Zindî yazarı
Yazar
8.9/10
10 Kişi
29
Okunma
11
Beğeni
1.575
Görüntülenme

Abdullah İncekan Gönderileri

Abdullah İncekan kitaplarını, Abdullah İncekan sözleri ve alıntılarını, Abdullah İncekan yazarlarını, Abdullah İncekan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Sirgûn Miriyekî gerok im ez îdî -li tu derê ne qeydkirî li împaratoriya sedrazam nenasek; û fizûlî me li bajarên zêrîn û li welatê şêneşîn
264 syf.
·
Puan vermedi
Bi bawera min salek pirtir e ev pirtûk di nav pirtûkên min de lê hewesa min nedihat bixwînim; ji ber ku qet ji biyografîyan hez nakim û min wisa zen dikir ku bi tenê behsê jiyana Şivan Perwer dike û berhemek acizker e. Eslê xwe rast e hemû mijar û kes jixwe ji nav jiyana hunermendî derdikevin lê ya baş jî ew e ku jiyanek têr û tejî jiyaye. Ku hunera Kurdî pêşve bibe ketîye nav biyanîyan û li wir jî dîsa hunermendên me, Ehmed Kaya, Mehmed Uzun,..hwd pişta xwe daye yekûdu. Piştî min xwend hay jê hebû, him ji bo hunermendî him jî ji bo pirtûkê, gelek pêşdaraz/pêşbiryar nêzîk bûme. Wekî hûn jî dizanin Şivan Perwer bi tenê ne bi hunera xwe bi kesayet û tevgerên xwe jî gelek caran dibe navûdeng û dikeve nav nûçeyan. Biqasî metheya wî hatî kirin ewqas jî hatîye rexnekirin. Jixwe pirsgirêkekî me jî ma ne ew e? Yek ji me pêş bikeve av vexwarina wan jî em lêdikolin û rexne dikin, bixwe jî sibehê heya êvarê bêşol dizivirin. Heger pê aciz bin fermo kesên hûn rexne dikin karên ji wan çêtir, kêrhatîtir bikin ku ji wan bêqisûrtir bin.. Lê li bendê nebin ku bêqisûrî bibe para we ji ber ku mirovên bêqisûr, dirist û rêkûpêk zehmet e hatibe afirandin. Yeke din jî divê mirov her tim ser ve çi dibîne û dibihîze hêj zêde gotin li pey kom nekirî derfetê bide ku empatî û naveroka mijarê fehm bike. Her stranekê çîroka xwe heye û piştî çîroka wan dizanî carek din guhdar bikî ew stran tehmeke gelek cudatir dide te. Ev yek jî dîsa bû tecrûbeyek mezin ji bo min. Hêvîdar im ti kes wekî min nêzîk nebe û gava derfeta wan çêbe ji bo perçek jî be hunera Kurdî fêr bibe lezûbez vê pirtûka herikbar bixwîne.
Şivan Perwer Efsaneya Zindî
Şivan Perwer Efsaneya ZindîAbdullah İncekan · Nûbihar · 201210 okunma
Reklam
Ey felekê xayînê te çira li me wa kir Te konê me ji nava kona rakir Te mala me xera kir Te dilê dosta şikand, dilê dijmina bi me şa kir, .....
Ên bi zimanê xelkî dijîn dîsa dibin xizmetkarên wî gelî ev jî rastîyek e
...Hem yazarlıkta, hem sanatta, hem müzikte. Hem mücadelede, hem savaşta. Biz bizden çok şey verdik, ama istediklerimizi hiç bir zaman veremediler.
"Gava Mehmed Uzunê delal gelek salan şûn da hat Tirkîyeyê, Ahmet ew girtibû û gotibû: Mêze bike Mehmed. Mirov di jiyana xwe de sê caran dibe zarok. Cara pêşîn zaroktiya wî bixwe ye. Zaroktiya dudiyan gava diçe sirgûnê, ya sisêyan jî gava ji sirgûnê dizivire, dijî. Tu niha zarokek î û ez bi destê te digirim.
Mehmed Uzun û Ehmed Kaya
Başur/helepçe
Gel li aliyekî şehîdên xwe defin dikirin, birîndarên xwe derman dikirin, li aliyê din jî dihatin konseran û li min guhdarî dikirin; govenda xwe digirtin. Îcar min digot, yahu ev çi xelkeke ecaîb e. Gotina Sebrî Botanî dihat bîra min: Karê me Kurdan ev e Xebat û keyf û şer e.
Reklam
Piştî şoreşa Îranê Mela Mistefa Barzanî anîn li nêzikî senendacê veşartin. Îcar ji bo Kurd bi hev bikevin, rejîma Îranê digre termê Mela Mistefa ji erdê diavêje.
"Zimanê min yê bavûkalan Kurdî ye, zimanê dudiyan muzîk e."
Şivan Perwer
"Min gelek êş, gelek zehmet dîtin. Min gelek êşên mirovan dîtin. Ji ber vê jî vana hemû di dilê min de cî girtin. Wiha nebûya, dibe ku hunermendîya min nedibû."
Şivan Perwer
104 öğeden 41 ile 50 arasındakiler gösteriliyor.