Van baxçeyên rêkeftan berde...
Rastî pir dûr e, tarî û kûr e
Bi zimanekî diaxive, yê rehên gewre
Zimanê wê ji ezel tev bûye axê!
Mirina bi şevê re ye eslê evînê.
Ahmed Hamdi Tanpınar-Eşik/Derazîng
-Melê kî ye?
-Melê Cizîrê, seyda ye. Min ew dît.
-Wey! Te kengî dît?
-Her ro vêdê paqij dikê, av dide. Zilamkê pîr e. Melê ew e. Bêhnik dî ew ê bang dê.
-'Ecêb! Yanê tu dibêjî Melayê Cizîrê nemirîye?
-Ne, vêdê ye.
-Te ew dîtiye?
-Erê.
Manyax in. Radibin bîst û çend neferan peyda diken, li cîpên xwe siwar dibin,'eyn wekî filîmên mafyayê, tiçine hewalaniya Wanê, pêşiya Kurşat digrin lê nikarin bitirsînin.