Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Erol Şaybak

6.0/10
3 Kişi
6
Okunma
4
Beğeni
825
Görüntülenme

Erol Şaybak Gönderileri

Erol Şaybak kitaplarını, Erol Şaybak sözleri ve alıntılarını, Erol Şaybak yazarlarını, Erol Şaybak yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
64 syf.
·
Puan vermedi
Berhem, bi slav dayineke Mele Mehmudê Bazidî, Hacî Qadirê Koyî û Occo Mahabad îcazetê werdigire û dest bi vegotinê dike .Ziman xweş û resene yekî zêdetir devok heye ev yek jî buye sedama devokek xweser. Ji xwe niviskarî jî heremeke têra xwe xweser e. Niviskar ji Miksê ye. Çawa ku tê zanîn Miks wekî erdingarî di navbera Serhed, Botan û Behdinan de
Xewndank
XewndankErol Şaybak · Avesta Yayınları · 20153 okunma
Bi nezera min welat,ew Sorgula ku siya qijikê li ser bû
Reklam
Gelo niviskarê me çima evan peyvan heva zeliqandiye?
Hayawanjibayêfelekêtuneyî (r.36) Armandiyarkirina(r.36) Kompleksedirej( 53) Dirêjhevokên(53) Malhevalêhevalan( r.53)
Ax eza belengaz , tu carî nizanim di demên tengasiyê de gotinên lihevanînê peyda bikim.
56 syf.
·
Puan vermedi
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Gelo hewce bû ev nivîs bibin pirtûk an jî hewce bû weşanxane ev weke pirtûkekê çap bike? Ez pir jî naxwazim zimanê xwe tûj bikim lê divê ez hin tiştan jî binivîsim. Bi ya min ji tu hêlê ve ev nivîs nebûne çîrok. Ne ji hêla ziman ve ne ji hêla teknîk û şêweyê ve ne jî ji hêla karakteran ve. Weke ku sibehê li nivîskar geriyabin gotibin heta sibê xêra xwe çend çîrokan ji bo me binivîse û wî jî di çend saetan de nivisî be. Helbet ev fikrên min in dibe ku nivîskar pir aciz jî bibe û dibe ku xwendevan jî ne weke min bifikirin. Yê min tiştê ez jê aciz bûm weşanxaneya Avestayê ku gelek berhemên hêja jê derketine û gelek berhemên hêja ku ji deriyê wê hatine vegerandin gelo çi taybetî di van çîrokan de dît ku ev çap kirin. Erê belkî hin kes bibêjin ma bila Ahmet Mithat Efendiyê me jî tune be! Erol Şaybak dengekî wî yî pir xweş heye û min li helbestên ku li ser youtube xwendiye belkî sed carî guhdarî kiriye li ser hev ewqas ku li xweşa min çûye. Nexasim helbestên Kawa Nemir û Yehya Omerî bi awayekî muazzam xwendiye. Dibe ku di pêşerojê de ez û Erol Şaybak hevdû nasbikin teqez ezê van rexneyê xwe rû bi rû jî bikim. Ji xeynî navê pirtûkê tu tiştî bala min nekişand sed mixabin. Ji bo weşanxaneyê jî dixwazim bibêjim gelo ji bo çapkirinê divê hûn û nivîskar hevdû nas bikin? An dibê tolereyeke wî hebe? Piştî vê pirtûkê tu kes nikare bi min bide bawer kirin ku tekane pîvana çapkirina pirtûkekê ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve kalîte ye!
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri DirevininErol Şaybak · Avesta Yayınları · 20217 okunma
Reklam
56 syf.
·
Puan vermedi
Pirtûka Erol Şaybak a bi navê ' Eşîra Birukiyan Çawa Keçên Îzmîr î Direvînin " heft kurte çîroka pêk tê.     Çîrok hema bije tevahî alî hûnandinêve jî alî zimanva jî qels maye. Şêwazek wêjeyî tune. Çawa ku mirov di çayxanekî rûnişti be. Van çîroka guhdar dike. Zargotin tuneye. Şêwaz tuneye. Nivîskar kiriye bi şêwaza kolana çîrokek bi peyam binivîse lê pêk neanîye. Hin çîrok bi wate û bê sedem  maliq mane. Kiriye çîrokek fantastîk binivîse. Lê ne bûye. Dest avitiye çîrokê kolana ew jî nebûye.    Çîroka sereke a " Eşîra Birukiyan Çawa Keçên Îzmîr î Direvînin" de jî. Hûnandin baş bû lê alî zimen û şêwazê de dîsa qels mabû. Kesayet hemî bi nav kiribu heta eşîr jî kiriye navda. Qet nebe dawî lê biyaniya. Lewre xwe xistibû bin barek giran de. Lê nikarî bûye bin derê.      Lê.... Lê çîrok Kurdî hatiye nivîsar. Ev jî pir bi qedre.
PIRTÛKHEZ
PIRTÛKHEZ
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Erol Şaybak
Erol Şaybak
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri DirevininErol Şaybak · Avesta Yayınları · 20217 okunma
Çend bajar hatibin avakirin li vî dinyayê, ewqas derd û huzn ketiye dilê her bajariyekî.
Reklam
Van baxçeyên rêkeftan berde... Rastî pir dûr e, tarî û kûr e Bi zimanekî diaxive, yê rehên gewre Zimanê wê ji ezel tev bûye axê! Mirina bi şevê re ye eslê evînê. Ahmed Hamdi Tanpınar-Eşik/Derazîng
-Melê kî ye? -Melê Cizîrê, seyda ye. Min ew dît. -Wey! Te kengî dît? -Her ro vêdê paqij dikê, av dide. Zilamkê pîr e. Melê ew e. Bêhnik dî ew ê bang dê. -'Ecêb! Yanê tu dibêjî Melayê Cizîrê nemirîye? -Ne, vêdê ye. -Te ew dîtiye? -Erê.
27 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.