"Her gel, her çand, her raman jî rengek e. Xwezî te mudaxeleyî van rengan nekira. Xwezî rengekî xwe li ser rengekî din re nedîta. Xwezî jiyana me jî wekî vê keskesorê xweş û watedar bûna”
Li vî gundî her tişt ax bû. Ax jiyan bû, ax însan bû, ax dilsozî bû. Gotinên kalên wê demê hîna di bîra min de ye; digotin; em ji axê çêbûne emê binax bin jî.
Demsal bihar bû. Nebat li ser axa bi bereket pêl bi pêl jîndar dibû.
Lêbelê, wê rojê li Helepçê kal dimirin, jin dimirin, zarok
dimirin, mirovahî dimir...
Bi dehan, bi sedan, bi hezaran...
-"Yabo ez dixwazim tiştekî bipirsim."
+"Bipirse lawê min."
-"Yabo doh şevê te gotibû dema ez bimrim seet, tizbî û demança min ji te re ye, ne wuha bû?"
+"Êêê...belê rast e. Min gotibû. Îcar nuha tu dibejî çi?"
-"Yabo, ez meraq dikim gelo îcar tê kengî bimrî?.."