Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sabah Kara

Sabah KaraDubeytî yazarı
Yazar
Çevirmen
8.7/10
10 Kişi
74
Okunma
6
Beğeni
1.831
Görüntülenme

Sabah Kara Gönderileri

Sabah Kara kitaplarını, Sabah Kara sözleri ve alıntılarını, Sabah Kara yazarlarını, Sabah Kara yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Di destpêka ku tu çû min behsa te ji herkesî re dikir ez diçûm ku derê min ya te digot. Wê çaxê birîn hinekî nû bû lê dem derbas bû min te ji bîr kir ji carekê ve tu nehat bala min ne gunehê min bû ji xwe re bipirse tu wenda bû Ma ku tu niha li vir ba çi hewce bû sal di navbera min û te kevin û ez te ji bîr bikim çi hewce bû.. Gelek caran te digot
Çarîn 79 ( Dilê Bêeşq )
Dilê bêeşq, biçilmise çêtir e. Kesê bêderd eger bimre çêtir e. Canê ne sabit e l'ser riya eşqê. Zerre zerre bikizire çêtir e.
Sayfa 109
Reklam
Çarîn 77 ( Her Baxê Ku )
Her baxê ku şitlên wî derbeder be Baxvanê wî herdem xwînîncîger be Divê darên wî ji binî ve rakin Welew ku berê wan, la`l û cewher be
Çarîn 76 ( Eger Tu Bê )
eger tu bê, bi canê te dilxweş im ku tu neyî, ji hîcranê dilsoj im were derdê xwe tev berde dilê min yan bimrim, yan bisojim, yan binasim.
Çarîn 75 ( Tu Ji Min Dûr Î )
Tu ji min dûr î, dilê min ji min dûr Hemû hewesê dinyayê ji min dûr Bi canê dilberê ku l`herdu alem Ji xeynî dilberam, her tişt ji min dûr
Çarîn 74 ( Dilêm Dur E )
Dilêm dûr e, bi halê wî nizanim Kesî divim ku peyamkê bişînim Ey Xweda tu mirina min dereng ke Da ku ez çavên yara xwe bibînim
Reklam
Çarîn 73 ( Kafir İm )
Kafir im ger cardin biçînim lale Kafir im ger cardin av bidim lale Kafir im ger navê lale zikr bikim Dilê min dused car dax daye lale
Çarîn 72 ( Ez Bi Derd Neşewitîme )
Ez bi derd neşewitîme, derman çi Ez nemirime, girî û fîxan çi Gul û lale şewitîne sertaser Ma eger bicivin ewr û baran çi
452 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.