Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sabah Kara

Dubeytî yazarı
Yazar
Çevirmen
8.7/10
10 Kişi
74
Okunma
6
Beğeni
1.930
Görüntülenme

Sabah Kara Gönderileri

Sabah Kara kitaplarını, Sabah Kara sözleri ve alıntılarını, Sabah Kara yazarlarını, Sabah Kara yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Çarîn 72 ( Ez Bi Derd Neşewitîme )
Ez bi derd neşewitîme, derman çi Ez nemirime, girî û fîxan çi Gul û lale şewitîne sertaser Ma eger bicivin ewr û baran çi
Çarîn 71 ( Dilêm Derdîn Û Nalîn E )
Dilêm derdîn û nalîn e, çi bêjim Ruwêm tozîn û axîn e, çi bêjim Li nav heftê`w du milletan geriyam Ji murîdên sed mezheb re çi bêjim
Reklam
Çarîn 70 ( Dilêm Bê Wesla Te )
Dilêm bê wesla te şadî nabîne Ji derd û xeman azadî nabîne Xerababadê dil, bê hatina te Îlahî ti wext abadî nabîne
Çarîn 69 ( Şev Tarî )
Şev tarî û rê bi kevir û ez mest Qedeh ket ji destê min û qe neşkest Parêzê wê, xweş parêziyê dike Eger na, sed qedeh bê ketin şikest
Çarîn 68 ( Qeder )
Qeder herdem guhê min de dibêje Ku ev derdê dilê te bêîlac e Ger tu cewher bî jî bêkirîdar î Ji bona ku ruhê te bêrewac e
Çarîn 67 ( Yê Ez İm )
Yê ez im, yara min navê bibe yar Yê ez im, derdê min nabe sivikbar Dibêjin ku yara te d`xewê de ye Çi xewek ebedî ye û bêhişyar
Reklam
Çarîn 66 ( Bi Kuça Te )
Bi kuça te, ta kengî werim biçim Dûr ji weslat, ta kengî werim biçim Li kuça te, ji bona dîtina te Xwedê bitirs, ta kengî werim biçim
Çarîn 65 ( Felek )
Felek te ez perîşan kirim axir Te ez dûr ji gulîzar kirim axir Te ez li nav texta tewlê rûnandim Û b`şeş û penc, te`z wêran kirim axir
Çarîn 64 ( Cardin )
Cardin bû şev, da canê min bisoje Ji serî heta piyê min bisoje Jibo xatirê yeke sebzerengî Ditirsim ku îmana min bisoje
Çarîn 63 ( Tu Noşa Min )
Tu noşa min nîn î, êşam çima yî Tu yara min nîn î, pêşam çima yî Tu ku ji dilê min re merhem nîn î Ser dilê min de xwêreşam çima yî
453 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.