Sabah Kara kitaplarını, Sabah Kara sözleri ve alıntılarını, Sabah Kara yazarlarını, Sabah Kara yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Hûn wisa dilgeş û kamran in ku îdî
Tevkujiya zarokan jî nikare we xemgîn bikê
Ma ne em bûn ku me nalîna mezlûmekî
Zelzeleke cihanî qebûl dikir ji bona herkesî
Berê mirî nefesa xwe ya dawî di dan û dimirin
Li Helebçê zarok ji vê jî hatin mehrûmkirin
Dayikno we çima em nefetisandin hengama
(welidandinê
We çima em mehkûm kirin ku em bibînin vê rezaletê
Ew ku çiya nikarin rahêjin vî barî, ma çawa
Wê rahêjin milê me van hemû tabûtan bi carekê
Hîroşîma, Viyetnam, Efxanistan, Filistîn
Têr nekir xwîna zarokan Dehhakê demê
Heyf e ku em biqasî Kawa jî nehatin ku Kawa mir
Lê Dehhak hezaran Dehhakan welidand bi carekê
Bila bigrî welatê Selaheddînê binavûdengê min
Bila bigrî Qudsa Ezîz li ser vê qederê
Gelo em çawa dijîn di bin vê zîlletê de çawa
Mîna keriyek kerr, keriyek lal, keriyek kor
Bila di mejiyê me de rabê qiyamet eger wê rabê
Yan raperînek birûmet, yan bila tevkujiyek giştî
biqedê)
Evînê canê min da hil kir yek ar
Dê sojît ta roja heşrê ew her car
Te sosret kirasek birî ji bo min
Debê ecel ji bo bibit dirûnkar
Eger te dî yara min li xelwetê
Bêjê ey bêwefa, ey bêmurwetê
Pêsîra min ji destê te diryaye
Dê nedrûm ez ta roja qiyametê
Di destpêka ku tu çû
min behsa te ji herkesî re dikir
ez diçûm ku derê min ya te digot.
Wê çaxê birîn hinekî nû bû
lê dem derbas bû min te ji bîr kir
ji carekê ve tu nehat bala min
ne gunehê min bû ji xwe re bipirse
tu wenda bû
Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû sal di navbera min û te kevin
û ez te ji bîr bikim çi hewce bû..
Gelek caran te digot