Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezane
Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talibwisal im
Aşiqê bejna şepal im
Ji ber derdan 'eceb bê taqet im ez
Bi min dinya qewî çirkîn e îro
Hetta kengî bikêşim întîzarê
Te helkir agirek der sînê îro
Were carek bi dîdara te şa bim
Me bê te derd û xem pir dîne îro
Tu yî ruh û rewan û reheta min
Qirar û sebr bo min nîne îro
Bi awaz û xoş dixwînin
Der gulşenan dimînin
Her çendî dilbirîn in
Dîtne ji bo xwe yarek
Bilbil çi ehl-î hal in
Miştaqê werdê al in
Ev wasilê wisal in
Te dil çi bûye narek
Şa bûn bi yarî herkes
Bûn merxizar-î e'tles
Ji evxan û naliyan bes
Keyfa xwe xoş ke carek
Îro ye weqtê furset
Şahî û eyş û işret
Dûrî û derdê mihnet
Borî meke fikarek
Nabim demekî rehet û xalî ji fîxanan
Ji hicra te ye min çav tijî xûn û ezab e
Ez kuştîyê işqê me şehîdê du xedengan
Vê ra bi cenazê me were bo te sewab e