Kurdê me ger nepirsin
Çi zanin ku çi cinsin
Hetta ku ew bitirsin
Nabînin tac û kursî
Bipirsin hûn li dîrok
Ciwan û pîr û zarok
Ji bo xwe bikin çîrok
Tev bixwînin bi dersî
Pêlek zîyaret çin tewaf
Şibhê wê nînin qaf bi qaf
Zemzem ji yaqûtê şefaf
Can dê bibexşim şubhî av
Can dê bibexşim dilberan
Ger dil bidet ber xenceran
Ji destê zîv û esmeran
Birîn di dil da man tevav
Sibxetullah
Baxê Îrem
Dayîm hezar deng tên ji dil
Sed deng û deng min tên ji dil
Firyad û ahîn tên ji dil
'Işqê li min suhtin hinav
Min her bi nar û pêhte dil
Berqek ji palan rête dil
Gava disot hinav û dil
Ew qameta bejna zirav
Sibxetullah
Dila mehcûr û xemgîn im
Ji dest eflak û dewranê
Ji çeşman xûn dibarînim
Wekî tavê di baranê
Bi zecr im ez ji kovanan
Dinalim ez ji bustanan
Disojît erd û asmanan
Tinê ahek ji bîcanê
Sebûrî: Mîr 'Îmameddînê Hekkarî
Jêrenot
Mehcûr: tenha, terkkirî, bi tenê
Eflak: dinya
Çeşm: çav
Zecr: jan, azar
Kovan: derd, hesret, kul
Merheba canîk û camêrno,
" Edebiyata Kurdi ya klasîk parçe parî ye. Ji aliyê erdnîgarîyê ve parçe parî ye, ji aliyê sazîyan ve parçe parî ye,ji aliyê devok û diyalektan ve parçe parî ye. Xebatên ku li ser têne kirin jî parçe parçe ne, mixabin. Her kesî bi qasî derfetên xwe ji aliyekî ve pê girtiye û xizmetên çandî û hunerî tên meşandin,bi vî rengî "
Baxê Îrem (geştek li nav şi'ra Kurmancî ya klasîk) ji aliyê
Baxe İrem ji 278 rûpelan pêk tê. Ev berhema hêja ji bo wêjeya kurdî çavkaniyeke nuwaze ye.
Baxe İrem ku bi xwe jî li sehayê hatiye lêkolînkirin û nivîsîn. 34 şaîrên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji şi'rên wan nimûneyan berpêş dike. her wuha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne.
Baxe İremTehsin İbrahim Doski · Dara Yayınları · 02 okunma