Xewna her peyvê ye helbestek bedew.
Û daxwaza her helbestê jinek bedew e.
Helbest, baskên zimana ne
Bi zimanê xwe negrin
Bihêlin bila bifirrin
Ser lêvên jinên bedew
Wekî tê zanîn despêka şiîra Kurdî a nûjen Hecî Qadirê Koyî û Cîgerxwînin. Piştî vê pêngavê, serîde Arjen Arî û gelek helbestvanen din bûn vejîna şiîra nûjen a Kurdî.
Şaîrê me ê dildar Yehya Ömerî jî şopa van şaîra da ramanê xwe ên zîz û aciziyên xwe ên hişk kêlî bi kêlî aniye ziman.
Kûrahiya hestan bêyî ajîtasyon yek bi yek, kul bi kul, gul bi gul dirêjî ne. Çawa ku ciwana li ser dîwarê kolanê welatê xwe nivîsîn hîn hevokên wî. Ê dîrokê jî binivîse ŞAİREK KURD HAT SER RÛYÊ VÊ ERDÊ....