Xewna her peyvê ye helbestek bedew.
Û daxwaza her helbestê jinek bedew e.
Helbest, baskên zimana ne
Bi zimanê xwe negrin
Bihêlin bila bifirrin
Ser lêvên jinên bedew
ji cihên pirr dûr têm anha
mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te
mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te.
tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
xewnên hişk. helbestên giran
û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me
Bî we Qur'anê
Bî we Qur'anę
Jî tê pîr hezdıkım
Bî we Qur'anê
Tû sûreyêke kû kêm hatîyê fehm kîrin jî we Qur'anê
Jî bêr we haya kesî jî bedewîya tê nebûyê we Qur'anê
Jî bo tukęs çaven tê çavîni nekîn bî we Qur'anê
Dêv gîredana nêrînen xelkê dîxim ayetên we Qur'anê
Gawa kû rûyê tê dîkeve şêve mîn bî we Qur'anê
Radîbım navê tê radûmısım
Û lî ênîya xwe dîxım şûna we Qur'anē
Dibejîn kû tû xurîfi û derketî jî dine we Qur'anê
Çîbkîm din û iman tûyî we Qur'anê
Xwe li ber barana te şil nakim êdî.
Li vir demsal mirineke bê îman e.
Aso naxuyên.
...
Kendimi senin yağmurlarında ıslatamam artık.
Mevsimlerde imansız bir ölümdür buralar.
Ufuk gözükmüyor.