ji nav çîçekan ya min kulîlk e dibêm
ew e dibêm biharan li rûyê min vedibe
na na, ew e, ya di şevan de
li her derê canê min konê xwe vedigire
wilo vedibe dibêm li her derê zozanên min
pê re dibim kulmek xwelî, ya bi kulîlkên nîveşevê bedew û pakbûyî
pê re navê me nazik, awirên me dirêj