Hevalcan:)
Puan vermedi·78 syf.·
2024 14. kitabı
Tu mirovekî çi mîkemmel î:) Ez pesne mirovatiya te bidim an jî pesne helbestvaniya te bidim nizanim. Tişta ku ez zanim tu ber dilê min gelek şîrîn î. Ev pirtûk, pirtûka te ye duyemîn e. Wekî pirtûka xwe ya din, te di vê pirtûkê de jî bi zimanê xwe yê efsûnî gelek helbest nivîsandine. Dizanim ku tu yê di helbestên ku tu dixwazî di paşerojê de çap bikî yê gelek baş bin û em ê bi kêfxweşiyek mezin bixwînin. Çavê min helbestên te Kurdî ne. Ez bawer im ew helbestên te jî gelek cindî ne:)) Bawer Aydın
Helbest
Yaşıyoruz Birbirimize DeğmedenBawer Aydın · Ange Yayınları · 202316 okunma
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
Puan vermedi·110 syf.··
2023 27. kitabı
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû. Di wê şanoyê de tîradeke bi vî rengî hebû: ..... Helbet dê dirî di destê me de herin Dê pêlavên me tijî xwîn bibin Dê îşkence li mêjiyê me bê kirin Û dê fikrên me bi dar de bikin Lê dema laşê me hemî êşan naskir Di dawiya rojê de Dê ew kulîlka xweşik di nav lepê me yî bi xwîn de be Jibîr neke heta xwîna me nerije Laşê me dê nebe aîdî me. ( Mixabin min şano heft sal berê bi Tirkî nivîsandiye û niha min wergera wê kir.) .... Tîradeke dirêj bû. Îcar herdu ristên dawî ango "Heta xwîna me nerije/ Laşê me dê nebe aîdî me" û "Diêşim wê demê ez heme." du heb guşiyên heman darê ne. Nizam ji ber wê tîradê û helbet lîstikvaniya muazzam ya xwendevana min Ayşe AKYOL anî bîra min an ji ber ku rastiyeke mîna striyên di bin neynokê de veşartî û bi êş e mêjiyê min ricifî. Îcar êş û wêje, êş û huner bi ya min bi pêwendiyên pir xurt bi hevdu ve girêdayî ne herwiha bi ya min êş bi serê xwe sirûşeke, îlhameke bêhempa ye . Êş di heman demê de çavkaniyek e ji bo hunerê lewra jidil jî heta laşê mirov neêşê bala mirov naçe ser wî ciyê bi êş û mirov qîmeta wê jî nizane. Wekî mînak girîngiya piyekî(pê,ling,nig,paq-ji ber ku li hin herêman pî di ciyê dest te tê bikaranîn:)) gelo ji hêla yekî qop maye ve bêtir tê zanîn an ji hêla yekî ku piyên wî saxlem in? Rehmetiya pîra min digot heta ku ronahiya çavê min neçû min nizanibû çavên min hene. Wî çaxî bi mêjiyê zarokekî helbet min ji gotina wê fehm nekiribû lê niha fehm dikim ku ev rastiya herkesî ye ne ya pîra min tenê.
Kurdî
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201953 okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Kîjan Rê Diçe Bihuştê
Puan vermedi·216 syf.··
2023 43. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 23 Mart 2023 20:00
Me di vê berhema Ximxim Xanimê de, bihuşt jî dojeh jî bi çavê serê xwe dît. Nivîskara gewre Yildiz Çakar, di vê romana xwe ya duyem de jiyan, çand û serborîyên gelê Êzidî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Roman, ji heft beşan pêk tê û hemû beş bi hev ve bi serkeftî hatine kêlkirin. Em ji serî heta dawîya romanê şahidiya zilma ku li gelê Êzdî qewimîye dikin û ev zilm ji aliyê reşahîyan ve bi qaîdeyên hovî hatine kirin. Gundên wan hatine şewitandin, mêrên wan hatine serjêkirin û jinên wan jî li bazaran hatine firotin. Ev tev jî ji bo gehîştina bihuştê û bi navê xwedê hatine kirin. Lehengên romanê bi piranî jin in, mêr wek lehengên alîkar di berhemê cih girtine. Serlehenga me, bi awayekî serkeftî bi me daye zanîn ku meriv jin be, kurd be û ser da jî Êzdî be, bihuşt li meriv dibe dojeh, ro berê xwe wê da dike û mirin jî para meriv nakeve. Berhemeke serkeftî û hêjayî xwendinê ye. Zimanê vê berhemê wekî her berhemên Çakar, notanî şekir e. Dîsa wekî romanên dî, di vê romanê de jî serleheng jin in û mînakên navbermetnî jî bi awayekî serkeftî cihê xwe girtine di nav romanê de. Bi kurt û kurmancî ne tenê vê berhemê, hemî berhemên Yildiz Çakarê bixwînin, binirxînin çi zanim dîyarîyê hevalên xwe bikin, ez jî tê da :)
Ev Rê Naçe BihuştêYıldız Çakar · Lis Basın Yayın · 20199 okunma
EZ LI XWE MIKUR TÊM
Puan vermedi·64 syf.··
2023 4. kitabı
Ez li xwe mikur têm ku min vê berhemê tu tişt fêm nekir. Çawa ku min metnek Inglîzî xwandi be. Êja Inglîziya ku perwerdehiye daye. Yanê peyva zanim. Hevoka dizanim. Lê bi gişti çi dibeje Nizanim . :) Pirtukek piçûk e, tenê 63 rûpel e. Niviskarê cîwan #y:91083 da ku parêzere jî. 4 Berhem radestî edebiyata Kurdî kiriye. Mala wî ava.
Kurdî
Ew Ne Ez BûmŞêxo Filîk · Avesta Yayınları · 202012 okunma
Jineke Miri Li Cihangire
Puan vermedi·144 syf.··
2022 16. kitabı
Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li gor xwe di warê afirandina lehengên jin de pirsgirêkên min hene ji min we ye ku hemî kes mîna min e. Hey min qala lehengan kir ezê ji lehengên Jana Seyda dest pê bikim. Lehengên wê yên zilam weke qalibekî ne û herwiha dema peyva 'zilam' dibe kirde di cihekî de, çi tiştên asayî di mêjiyê xwendevan de bi awayekî gelekî asayî û xwezayî şîn bibe ne kêm ne zêde ew tişt şînbû di mêjiyê min de jî. Ger ez vê hevokê hinekî din jî hêsan bikim ez dikarim wisa bêjim ji aliyê afirandina lehengên zilam de -derûniya wan- nivîskar weke ku xwe pir ne êşandiye ango bûyer ji vegotina ango ji nîşandana kesayeta lehengên zilam pêştir û girîngtir sekiniye. Li gor min diviya hinekî din jî li ser derûnî û kesayeta zilaman bihata sekinandin. Gelo li ser yên jin têra xwe sekiniye? Mixabin bersiva min ji bo vê jî dê ne erênî be. Ji aliyê hûnandina çîrokê ve bi min xweş hat. Herwiha roman bi du çîrokan dimeşe û dawiya dawî herdû çîrok dibin yek. Helbet ev şêwe an jî vegotin vegotineke klasîk e. Lê dîsa jî li xweşa min çû weke xwendevanekî. Nexasim rûpelê herî dawî ku bi awayekî nazîre bi Alan Kurdî ve hat girêdan li cem min bû xelaskarê romanê jî. Di hin ciyan de nivîskar weke hemî nivîskarên Kurd -her çiqas ne weke yê mêr be jî- hinekî sloganîst tevgeriyaye. Ev jî çarenûsa me ye û bi erdnîgarî û bextreşiya me ve girêdayî ye ango tiştekî asayî ye êdî. Lê bi ya min divê êdî ev tişt biguhere an jî bi hostatiyeke têr û tije di nav çîrok û romanan de bê
Kurdî
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202139 okunma
Dê û Dêmarî
Puan vermedi·111 syf.·
2021 32. kitabı
Rojbaş û Slav û rêz hevalno Ez li vî dinê tiştek zanim ew jî dinya ava bû ye nebû ye şer hebû ye . Yanê her demê da şerre kî mezin çê bû ye . Û her şerre da bi hezeran insan jîyana xwe ji dest da ye Pekî wanê di şer da dimirin diçin êdî ew xilas dibin ji vî jîyanê lê wanê namrin li vî dinê dibînin çi dikin? Jîyan ji wanra çi amade dike? Qêy jîyane kî baş ji wanra amade dike? Na tiştek wûsa tine . Min di pirtuk'a # Osho da xwendi bû digot gava şerre kî , lêxistine kî tiştek derket mêr carek dimrin lê jin çend car dimirin? Jin li vî dinê pişta wan bi hezeran car dimirin!. Û gava tu mirî sê çar dq ezîyet dikişînî şer da lê jin ew heta li vî jîyanê bîjî ewe wilo ezîyet bikişîne ji ber ku êdî mêre wî tine ji ber ku zarokên wî hene pêwîste wan xweyî bike pêwîste bo wan bîjî pêwîste bi vî dinê ra şer bike. Lê zarok çi dibin nava wî şerrê da ? Yên guneh zarokin lê ezîyeta en mezin ew dikişînin nava vî şerrê da , ji ber ku sêwî dibînin Ji ber ku bê dê û bê bav dibînin. An jî dibin zarokên xelkê. Herdem min vî pirsê seh kirîye dibêjin gelo mirov ji dayîka meriv anîtîye vî dinê hez dike an na dayîka meriv xweyî kirîye hez dike? Bi rastî jî bersiva vî pirsê pir dijware û ez bawerim her mirov cûda bersiv dide , ez bersiva xwe nabêjim lê hûn dixwazin bêjin;) Pirtûk xweş bû zimanê wî ne dijwar bû lê piçek cûda hat bimin lê ez keyfxweş dibûm bi cûda tî ya wî ji ber ku peyvê nû hîn dibûm ;) Herkes dikare bixwîne Bi rastî zimanê me gelek xweşe û şêrîne ez gava pirtukê kurdî dixwînin pir dilgeş dibim ez bawerim hûn jî wilo ne:) MORÎ
Kurdî
Dê û DêmarîEgide Xudo · Weşanên Nudem · 198650 okunma