Diya wê serê xwe dihejand û digot: "Ji wan gotinan bawer neke keça min. Bi dirûvê însanan nexape. Tu hîn zarok û bê tecrûbe yî. Tu nizanî çawa kîvroşkeke nerm û nazik û bê ziyan ji nişka ve dibe jûjiyekî gij û zivir. Çawa miheke belengaz dibe gurekî har û dirinde. Çawa giyanên bi dirûv perperokî dibin moz û şandelîk, dibin dûpişk, dibin mar, marên heft serî, dibin ejdeha..."
min berdin!
berdin ku ez destê xwe bavêjim
pêsira stêrkan
bila verêşe, şîrê spi bi ser rûyê min de
ku tîniya min bişkîne ji lêvên qelişî
min berdin!
berdin ez ê devê xwe bixim pêsîra dayîka şêrîn bimijim û bikşînim ji kaniya
dil
bigihijim maka xwe
bibim zarok
Çemên ku di dilê min de diherikîn tev miçiqîbûn. Dilê min bûbû çolistaneke rêpêneketî, çolistaneke ku çivîkan lê nedigotin wîq. Gulên dilê min çilmisîbûn tev. Çi evîn, çi evîndar, çi mal, çi zarok mabû ji bo min, ji bo rebenê xwedê. Mina bilbilekî sêwî ji nişka ve tenê mabûm di vê jiyana kambax de.