eger rojekê ji rojan
li erdê dirêj bibe gewdê min,
eger tu nebizde û netirse,
xwe bis ser min de
bis ser cesedê min ê qîrîna şer e,
xwar ke,
min maçî ke,
Min maçî ke,
mîna erdekî terikî yê bi hesreta avê,
bi mehdera dayikeke xwe dirêjî dergûşê dike,
mîna destê xwe dide îkona baweriyê,
bi hesreta dilopa baranê ya dikeve ser axê,
mîna dost û y are,
hesab ke ku zarokekî Roman im,
mîna buxçika pînekirî,
li pişta diya xwe,
nîvtazî,
gerok û surgûnkirî,
Bes in êdî nebin xulam
Nebin dost û hogirê van bêbavan.
Tîmê wan negirin bes e
Ne razên hişyar bin êdî
Evana dijminê xwezaya me ne
Dijminê dîroka me ne
Dijminê zimanê me ne
Dijminê çand a ma ne
Dijminê me ne.
Vêya têxin mejiyê xwe
Qet jibîr mekin...!!!
Kovarên jiyandirêjj kovara HAWAR ku ji alî Celadet Bedirxan ve dihat derxistin û kovara Gelawêj kuji alî îbrahîm Ahmet û AlaadînSucadî ve dihat
derxistin. Jiyana van her du kovaran li ser hev nêzî deh(10) salan ajotiye.
Gava ku mirov li naverok û zimanê rojname û ko varên kurdî dinihêre,piranî siyasi û kulturî û ji ali ziman de jî bi kurdî, kurdî-tirkî,kurdî-erebl kurdî-farisî an jî kurdî-zimanekî biyanî(zimanekî awrupayî) derketine. Hela hinek ji wan her çendî wek nav navekî kurdî li xwe kirine jî, lê ne bi kurdî ne ango bi zimanekî din hatine nivlsîn.