''Di pêşketina zimanê Kurdî de gaveke din hatiye avêtin'
✹SZK ( Saziya Zimanê Kurdî) , ku di zaravaya Kurmancî ya kurdî de xebatên girîng rêve dibe
✹Ji bo pêşvebirina nivîs, xwendin, perwerde û weşandinê pirtûka Rêzimana Kurmancî amade kir.
✹Berhema ku ji aliyê endamên SZK'ê Ferhad Mûsa û Viyan Hesen ve bi navê Rêzimana Kurmancî hat amadekirin, di sala 2023 'an de li bajarê Qamişlo wek pirtûk hat çapkirin û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat erêkirin
✹Pirtûka ku xebata SZKê ya yekem e; Ew ji fonetîk, peyv, zanîna hevokê, wate, rastnivîs û nîşanên xalkirinê pêk tê.
Çêlikên te bi xwendina te perwerde dibin
Ne bi dengên bîyanî
Çûçikên welatê min
Wan bi bîna neftê difetisînin
Ajalan jî dixeniqînin
Çêlik nikarin wekî dayîkên xwe deng derxînin
Bin barên tirsê de perwerde dibin
Lê zarokên welatê min
Zimanê zikmakî ji wan re qedexe ye
Ew bi hezeran, rûyê dibistanan nabînin
Tu gor xwestina xwe çêlikên xwe dikî xwedî bang û nav
Lê zarokên me
Mane bê dê û bê bav
Sêwîtî ji wan re bûye nav
Bang, bang, milletê min, bang;
Hawar ey gelê min;
Bang, bang, milletê min;
Ey gelê min bang!
Nê bîm we şikeftan de
Bûk û zarok şewitandin;
camêrên Kurd êsîr birin.
Va ye Kurdistan dima ye ber tifing û qembera
Bê ziman û xwendega ye xwendevan û serwera
Ger çi zengîn û biha ye merkeza kar û pera
Bê heval û bê xweda ye paseport û teskera