Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Ji reh û rêç, Ax û zimanê xwe vemeqete.. *** Köklerinden ve izinden, Toprağından ve dilinden kopma...
Wextê me zimanê xwe wendakir, em ê ji dinyayê wenda bibin...
Ji Bedîuzzeman Seîdê Kurdî mînakek bo yekitîyê(Desthevgirtin): "Eger sê elîf nebin yek, qîmeta wan sisê ye. Lê eger bi hikmeta yekîtîyê werin cem hev, qîmeta wan dibe sed û yazdeh" Bila Kurdî ji bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Kerema xwe ji bo zimanê kûrdî îmze bikin! change.org/p/t%C3%BCrkiye-...
Reklam
Ücretsiz Online Kürtçe Kursu | Qursa Kurdî ya online û belaş
Beşdarê qursa Kurdî ya online bibin. Qeyd ê heta 25ê Sibatê berdewam bike û 1ê adarê ders ê dest pê bike. Qurs belaş e. Aniha qeyd bibin. Zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo zêdetir beşdar qeyd bibin, ji kerema xwe parve bikin. docs.google.com/forms/d/1Mk2ES2... Çevrimiçi Kürtçe kursuna kaydolun. Kayıtlar 25 Şubat'a kadar devam edecek ve dersler 1 Mart'ta başlayacak. Kurs ücretsizdir. Dilinize sahip çıkın. Daha fazla kişiye ulaşabilmemiz için lütfen gönderiyi paylaşın. docs.google.com/forms/d/1Mk2ES2...
21 ‘ê Sibatê Cejna Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz be
Ziman Welat e ! Ziman Hebûn e! Ziman Jîyan e! Ziman Azadî ye ! Ziman Ax e ! Ziman Netew e ! Ziman Jîn e! Ziman Rûmet e ! Bi Kurdî Binvîsin ! Bi Kurdî Bixwînin ! Bi Kurdî Bifikirin! Bi Kurdî Bijîn ! Zimanê Kurdî Şirîn û Xweş e!☀️
Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno
BANGEWAZÎ
Ey Kurdno! qîmetê zimanê we destê we de ye. Zimanê we hebûna we ye... Bi Kurdî bifikirin Bi Kurdî binivîsin Bi Kurdî biaxivin Bi Kurdî hez bikin Bila xelk û alem bizanibin zimanê Kurdî çiqas dewlemende
Reklam
80 syf.
·
Puan vermedi
Öncelikle bu Kürtçe şiir kitabını Kürtçe olarak incelemediğim için özür dilerim. Kürtçe olarak elbette daha güzel bir duyguyla bu incelemeyi yapabilirdim. Lakin benim gibi veya bazı arkadaşlar gibi Kürtçe bilen arkadaşların sayısı çok olmamasından kaynaklı Türkçe inceleme yapıyorum. Bir diğer sebebim bu kitabın daha geniş kitleye yayılma
Helbestên Dînik
Helbestên DînikOcco Mahabad · Ava Yayınları · 2012196 okunma
Roja Zimanê Kurdî li me pîroz be...
Roja zimanê Kurdî, 15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
Gelo hevalên Kurd, daxwaziyek xwişka we ji we heye :))
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in. (Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.) Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin. Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.