Li wî wextî Incîleke destnivîs bi 50 zêrên ingilîzî dihate firotin. Incîla ko Gûtenberg û hevalên wî çap dikirin bi şeş zêran difirotin.
Ji milê din keşan digot; ev ne emelê însanan e. Em sûretekî Incîlê di nav çend mehan de dinivîsînin. Çawan dibe ko ew wî sûretî di nav çend rojan de çap dikin. Divêt tiliya şeytên tê hebe.
Agirî... Yanê Ararat. Yanê Kuh-i Nuh, bi farisî Çiyayê Nuh. Yanê Masis, bi ermenî. Yanê Cebel el Haris, bi erebî. Agirî warê keştiya herî kevnare ya merivahiyê. Di Tewratê de weha dinivîse; "Û keştî di meha heftan, hivdeyê mehê de li ser çiyayên Araratê sekinî." Agirî... lawê Huriyan, mezinê Urartuyan û bapîrê kurd û ermenan. Ziyaretgeha Zerdeştiyan. Çiyayê evîn û agirperweran.