gelek tişt qewîmîbun di bablîsoka dilê min da, û tu kes ne diwêrî li ber wê bisekine. min nizanîbû wê ew dil rojekê qop bibe,şeht bibe, ê bibe dayikeka ji kurê xwe xêrnedî, ê bibe ezmanekî bafirok netewandî, min nizabû.
min nîzanîbû wê ew bablîsok bibe neyarê xwedê jî, ez ê
nelaten lê bibarînim, wê nanê kor ji min re çêke û wê bi heft zimanan min bielimîne nifiran
haya min ji vê bablîsokê tune bû.