Gelo meriv dikare tecrûbeyên jinên kurd û yên reşik bişibîne hev? Belê pirhêliya çareserkirina pirsgirêka jinên kurd û yên reşik dişibin hev. hem jinên kurd û hem jî yên reşik bi temamî ne wek jinên serdest in. Ji bo her duyan jî hiyerarşiyek duqat heye.
Dîroka kovargeriya jinên kurd, tim bi şerên kurdan ên serxwebûnê re meşiyaye. Şerê serxwebûnê ji bo tevgera jinan jî bûye wesîleya zîndîmayîna doza jinan. Di sala 1919an de damezirandina rêxistina "Cemiyeta Jinên Kurd" ji bo vê zindîmayînê mînakeke baş e (Davas-Mardin, 1998). Piştî, yekem kovara kurdî, Rojî Kurd (1913), kurd li gorî atmosfera siyasî ya Osmaniyan li ser pirsgirêkên jinan rawestiyan.
Femînîstên postkolonyal hem di nav yek welatî de jinên ji cihên cuda dikirin pirsgirêk hem jî di qada navneteweyî de meseleya cudabûna erdnîgariyê dikirin pirsgirêk.
Di sala 1973yan de femînîstên reşik hatin cem hevdu û Tevgera Femînîstên Reşik a Neteweyî (National Black Feminist Orgnization) damezirandin.
Di heman demê de, li Brîtanyayê jî di sala 1974an de rêxistinên jinên reşik hatin damezirandin. Ji ber ku li Brîtanyayê di nav rêxistinên polîtîk de helwestên zayend-perest pir bûn, jinên afrîkî û jinên cîhana sêyemîn ku di nav şerê serxwebûnê de bûn, bi bandora femînîzma îngilîzan, lez dan pêvajoya birêxistinbûna serbixwe. Piştî van rêxistinan, jinên reşik derfet dît ku wek dengeki polîtîk jî bên bihîstin.
Gava ku em li xebatên ku li ser kovargeriya jinên kurd hatine kirin dinêrin, em dibînin ku van xebatan bi pirranî jinên kurd di çarçoveya femînîzma jinên tirkan de nirxandine (Ozcan, 2011; Çaha, 2008; Kutluata, 2003).