H.

Destpêka salên 1990î li nav kurdan televizyon bi lezeke pir zêde belav bû. Tişta ku dibistanan nikarîbû di 70-80 sali de bikira bi xêra televizyonê di 15-20 salan de pêk hat: Gundiyên kurdan dest bi axaftina bi tirkî kir. Em ji vir dikarin fam bikin bê televizyon di destê dewleta tirk de dikare bibe amûreke çi qas xeternak ji bo kurdan. Kurd di televizyonan de bi awayekî ku mahdė mirovan ji wan bê xelandin hatine nîşandan; wek dizan, terorîstan, wek mirovên ku hizûrê xera dikin, wek mirovên ku zirarê didin tirkiyeyê, carinan wek mirovên li dij îslamê, wek hovan hatine nîşandan.
Sayfa 118
Kurdî
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Foucault dibêje "Dema ku spîkerekî radyo an ê televizyonê tiştekî dibêje, we bivê bawer bikin we bivê nekin, ev di serê bi hezaran mirovan de wek heqîqetê dişixule.
Sayfa 118
Kurdî
Desthilatdar bi rêya televizyon/medyayê jî rabêja xwe ya serwer zerki mirovan dikin, awayê fikirîna mirovan û baweriyên wan bi wê diguherînin.
Kurdî
Kesên wek Cesaire, Fanon, Memmi nîşan daye ku serdest, bi gelek awayan bindestan wisa diwesifînin. Wek ku Fanon dibêje, ev heqaretên seraqet di ruhên bindestan de kompleksa këmbûnê çêdikin. Wan ji eslê wan dide nefretkirin û biyanîkirin. Eslê wan xera dikin û xwe bi bindestan didin teqlîdkirin; lê tu carî jî li xwe danayînin ku wan tam ji xwe bihesibînin; kolonyalîst bi vî awayî bindestan dixin arafekê.
Kurdî
"Humanizma we ji bo talankirinê rewakirineke mukemel e." (Sartre)
Kurdî