Mêtinkar ji nişka ve li derekê bi cî nabin; bi keştiyeke jihevdeketî, bi yekîneyeke biçûk, bi îmkanên ne zêde tên cara yekem. Weke mêvanekî, weke rêwiyekî li deriyê mêtingehê dixe cara pêşî. Gava rastî henûnî û xwîngermiya mêtingehê (a ku li nav cîhana ku jê tê ji zû de ji tedawulê rabûye) tê şaş dimîne ewil. Dûre tev li dengên xwe tên, tev li alet û teknolojiya xwe, tev li xwarin û cilên xwe, tev li vexwarin û çekên xwe tên. Kûçik û pisîkên xwe jî bi xwe re tînin, garis û genimê xwe jî. Mamoste ů melayên/keşeyên wan berî dibistan û mizgeftên/ dêrên wan hatibûn jixwe. Destên wan zû qamçiyan digirin. Navên xwe li her zindiyî dikin, bi mohrên xwe her kevir û darê dax dikin û hiyerarşiya xwe/şaristaniya xwe bi zehmetiyeke nedîtî ava dikin. Muzîka xwe, şanoya xwe, çîrokên xwe, helbestên xwe û dîroka xwe jî ji bîr nakin, boxçik bi boxçik wan jî dikişînin. Heya ku mêtingeh fam dike bê çi diqewime, mêvan dibin xwediyê malê û xwediyê malê dibin ajel.
"Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemaneki fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe." (Jean Paul Sartre)
Ahmed Arif di sala 1927an de li Diyabekirê ji dayik dibe. Li gor veguhastina Yılmaz Odabaşı di pêveka Hasretinden Prangalar Eskittim [Min Ji Hesreta Te Pranga Kevn kirin] de Ahmed Arif di hevpeyvîneke xwe de gotiye "bavê min ne kurd bû."Ahmed Arif helbesta xwe bi zimanê tirkî nivîsiye, lewma bi hunermendiya xwe xwemalî edebiyata tirkî ye. Lê bi giştî her çiqas Ahmed Arif wiha gotibe ji di helbesta wî de em ê bibînin ku wekî "kurd"ekî tê hesibandin. Û car bi car jî kurdan ew, yek ji nûnerên edebiyata xwe hesibandine.