Li gorî salixan zimanzan û xemxwurê kurdî F.Huseyin Sağniç jî bi meseleyeke wiha re rû bi rû maye. Henekê FH. Sağniçê ku li jêr hatiye nivîsandin, her çiqas dûrî ruhê vê pirsa jinê be jî dîsa jî, diyardeyeke bi vî rengî balkêş di xwe de dihewîne, hewceyê dabaşkirinê ye. Gava ji ber vê nivîsê min hinek pirs ji hevalên xwe re rêkir yekî ji wan (Elhekîmê Tetwanî) ev nîşe li bersiva xwe zêde kir ji min re şand: "Ez ê li vir behsa Mamê Feqî Huseyin Sağniç bikim Mamê Feqî gelek girîngî dida axaftina bi zimanê kurdî rojekê nasekî Mamê Feqî diçe dikana wî û di wê demê de êvar e û ceryan jî tune. Ew mirov dibêje "Feqî Amca nasilsin?" Feqî; "Ez baş im biraziyê min." Mirov; " Feqî Amca sana bîr konuda danışacagim" Feqî nahêle axaftina xwe bidomîne û jê re dibêje: "Mala te xerab nebe ez di rohniya rojê de nikarim bi tirkî biaxivim ez ê niha çawan di vê tariyê de bi tirkî bersiva te bidim, ka bi kurdî bipirse ku ez bizanim."
Wextê Emer ji leşkeriyê tê, ku leşkerî merheleyeke girîng e di ferhenga mêraniyê de lewre navê leşkeriyê di bin peyva kamilbûnê de tê nivîsîn û têra xwe jî tirtire ye²- ji kamilbûnê wêdetir hinek xûy û xisletên elewatî lê zêde bûne. Di nav xeberdanên xwe de peyvên tirkî derbas dike, di kirasê pozbilindiyekê de bi hevokên tirkî diajo ser jina xwe ya nexwendî û tirkînezan. Şevekê dîsa Emer bir tirkî-mirkî xeber dide, bê şansî ceryan diçe, di cî de dengê wî qut dibe. Di tariyê de dimînin. Jina reben bê hemdî, li bêdengiya Emer vedigere û dibêje: "Emê Emê Xwedê kî tu dikarî di tariyê de jî bi tirkî xeber bidî!?
Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hinî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehûda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihi wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.