Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd, Wextî meyxane niye
Ey kiça li çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niştiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê 'eşqane niye, wextê mestane niye .
Li navçeya Payizava ya Wanê , hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê û cerdevanan gule li welatiyên ku dixwestin vekirina kargeheke mermer protesto bikin barandin û 4 gundî desteserkrin.
EZ BİBİM “TU”YÊ TE…
Ez bibim “tu”yê te
Tu bibe “ez”ê min
Ez bibim “derdê” te
Tu bibe “dermanê” min
Ez li zozanên te bigerim
Tu li ser çiyayên min
Ez bibêjim “nanê” min
Tu bibêje ”ava” min
Tu bişewite
Ez bişewitim
Em agirê hev bitemirînin…