"Melayê Cizîrî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:
Cejna Newrozê kevneşopiyeke gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê."
..’dîsa mirin para Kurda bû
dîsa êş
dîsa elem
zalim dijminê Kurda bûn
mirin dijmin
çek dijmin
heta bi bêhna sêva jî dijmin bû’..
Rêz û hurmet ji bo giyanê wan.
Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakîi zîyan
Tu kurmanciya xwe ji bîra neki
Eger baş nizani divê zêdekî
Elifba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn
Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund