Dibêjim: Destên min ne ba ne,
guliyên daran şeh nakin ji berêvaran re,
Dengê Kewê berbangê tê ji gelî beharekê
li hevrazî belav dike
Car din dil didim wê xemla xewna berê
Kulîlk kesk vedidin li her derê,
Bindestî striyek e di bin neynûka tiliya min a gizrê de
rihê min aciz dike, dibêjim,
Balindeyek li çiyê niklên xwe tûj dike
û çêlikên xwe fêrî firîna bilind dike,
Xweziya diya min bû wexta ew ji pêleke şikestî xeyîdî bû,
Du çemên dilovan in vêga milên wê, ji deryayekê radibin
û tên şîna nava min hêwan bi hêwan rêj dikin,
Êşa min bi eşqekê jî naferike
lê birîna min li qalikekî zîvî digere ku hinekî pê aş bibe.
Dibêjimê: "Hû Da! Ka welatekî nû ji min re
ji şîfonê şîn bifesilîne.
Ji dûrî mirinê, bejna wê birêse ji takên hevrîşimê
Sînga wê bê sînor û morîkên gerdeniyê sor
Û vê carê nehêle kesek bişêlîne bi eşqa "biratî" yê.
Piştî xwendina xwe li ser êgir diqedîne
Diya min daw û delingên xwe diçikîne,
nanê bi kuncî bi benikekî rîs bi dîwarê qesrê ve didaleqîne,
Kêfa min tê ku ew devê guran girêdide
û wê heya heyameke din bîna barûdê ji xewnên min neyê.