Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Weke gelek kesan di jiyana min de jî -wextekî- valahiyeke pir mezin di derbarê ol(dîn)ê de çêbû. Wî çaxî bi wî mêjiyê xwe yî belawela herwekî heywaneke ji birçîna berî ku bimre wî/wê berî mêrgeke şîn û bê ser û binî bidin bi birçîbûneke ku dê tu carî têr nexwo min berê xwe da pirtûkên li ser olê (ne tenê ola Îslamê hema çi olên ku min bihîstibû hemî lêbelê bi taybetî olên ku em dibêjin semawî)
Helbet pirsên gerdûnî û xwezayî li benda hin bersivan bûn -bêguman anha jî gelek pirsên min li bendê ne- û diviyabû êdî bêyî ku ez careke din wan bavêjim binhişiya xwe an jî wan taloq bikim bibersivînim. Xweşbext im di warê olî de derdora min bi hêz e herwiha bavê min ji bo min derfetek mezin bû lewra wî îcazeta xwe ji medreseyan girtibû. Ger ez bi vê nezanebûna xwe bi nav bikim divê ez di vî warî de kesên li ser olê diaxivin bikim du beş: yên hişk (wekî bavê min) û yên nerm. Gelo li gor çi hişk, li gor çi nerm? Mînak min xwest ez tefsîra Mevdûdî bixwînim di cîlda çaran de ji min re pir hişk hat û mixabin min dest jê berda. Herwiha li gor giyan û mêjiyê min û li gor şayesandina min ya Xwedê, li gor ku min dîroka pêxemberan xwendiye diviya ol ne ewqasî hişk be jixwe hişkbûn tu carî ne xwedî dilkêşiyekê ye(helbet ev tev ramanên min yên şexsî ne bila kes bi şûrê ola xwe serê min nefirîne lewra di warê olî de yê min firandin li aliyekî ez şûrê xwe ji kalan jî dernaxim) welhasil digel ku min ji agahiyên derdora xwe pêşderaziyeke tûnd jî li dijî Edîp Yüksel ji xwe re peyda kir min biryar da ku ez bi wî re jî têkevim têkiliyê û di twîtterê bersiv da peyama min û herwiha bersiv da çend pirsên min jî. Bi vî awayî min xwest ez bêyî ku gotinên derdora xwe ji xwe re bikim ronahî min berê xwe da pirtûkên wî û min tevî vê pirtûka wî sê çar pirtûkên wî xwendin. Baş e ku min ew xwendin û ew ne
Şîreta min bo her ferdeka/î Kurd û hemî siyasiyên Kurd -di heqê babeta mafên rewa yên miletê me de- ew e ku hîç wextekî pişta xwe bi aliyekî germ nekin. Cîhan cîhana berjewendiyan e. Heger berjewendiyên wan digel Kurdan hevdu bigrin hingê dibin dost û heger berjewendiyên wan û Kurdan hevdu negirin dê pişta xwe bidin we û we nas nakin. Lewra pişta xwe tenê bispêrin Xwedê û xwe. Heger pêşmergeyên me bi xwe hebin û hêzên me bi xwe hebin, Kurdistan dikare xwe biparêze. Eger em bêhêz bibin em nayên parastin û dê me ji holê jî rakin.