Ewên ku li dijî wê yekê ne ol bi olê re bijî, milet bi azadî bi hev re bijîn, ciwan hinekî bi azadî bi hev re bijîn,hemû yek tişt in, heman gû ne; herdem ew gû vî welatî bi rê ve dibin, ew gû ji avdestxaneyan derdikevin û hûkim dikin, hûkim dikin û hew; xwe davêjin ser kursiyê desthilatê û pê ve dizeliqin, cubbeyan li xwe dikin û dibin mele, stêrkan datînin ser milê xwe û dibin efser, berçavkan datînin ber çavên xwe û dibin profesor, laçikan girêdidin û dibin îmandar, bedl û paltoyan li xwe dikin û dibin siyasetmedar, qûna xwe rût dikin û dibin qehb, lê hemû yek gû ne, yek gû."