Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li gor xwe di warê afirandina lehengên jin de pirsgirêkên min hene ji min we ye ku hemî kes mîna min e. Hey min qala lehengan kir ezê ji lehengên Jana Seyda dest pê bikim. Lehengên wê yên zilam weke qalibekî ne û herwiha dema peyva 'zilam' dibe kirde di cihekî de, çi tiştên asayî di mêjiyê xwendevan de bi awayekî gelekî asayî û xwezayî şîn bibe ne kêm ne zêde ew tişt şînbû di mêjiyê min de jî. Ger ez vê hevokê hinekî din jî hêsan bikim ez dikarim wisa bêjim ji aliyê afirandina lehengên zilam de -derûniya wan- nivîskar weke ku xwe pir ne êşandiye ango bûyer ji vegotina ango ji nîşandana kesayeta lehengên zilam pêştir û girîngtir sekiniye. Li gor min diviya hinekî din jî li ser derûnî û kesayeta zilaman bihata sekinandin. Gelo li ser yên jin têra xwe sekiniye? Mixabin bersiva min ji bo vê jî dê ne erênî be.
Ji aliyê hûnandina çîrokê ve bi min xweş hat. Herwiha roman bi du çîrokan dimeşe û dawiya dawî herdû çîrok dibin yek. Helbet ev şêwe an jî vegotin vegotineke klasîk e. Lê dîsa jî li xweşa min çû weke xwendevanekî. Nexasim rûpelê herî dawî ku bi awayekî nazîre bi Alan Kurdî ve hat girêdan li cem min bû xelaskarê romanê jî. Di hin ciyan de nivîskar weke hemî nivîskarên Kurd -her çiqas ne weke yê mêr be jî- hinekî sloganîst tevgeriyaye. Ev jî çarenûsa me ye û bi erdnîgarî û bextreşiya me ve girêdayî ye ango tiştekî asayî ye êdî. Lê bi ya min divê êdî ev tişt biguhere an jî bi hostatiyeke têr û tije di nav çîrok û romanan de bê