Rûbar Elî

Rûbar Elî
@Rubar_Ali
Sal diborin wek libên tizbiyê Her wêneyek selewatek e

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·144 syf.·
2022 13. kitabı
Misbah Eratilla
8.5/10 · 10 okunma
“Yeterince kitabın var” diyenlere cevabımız hazır.
Pilingekî li hewselê
Puan vermedi·96 syf.··
2022 11. kitabı
Ji mêj ve ye min dil hebû ez pirtûkeke Lokman Ayebe bixwînim. Mixabin ji tiraliya min heta anha taloq bû xwendina wî. Ezê hinekî qala ziman û wêjeya Ayebe bikim tiştê ji destê min hat. "Pilingekî Li Hewselê" Berî her tiştî temamê hevokên wî navên taybet jî tê de bi tîpên biçûk hatine nivîsandin sedem çi ye nizanim lê bi rastî ewqasî jî ne girîng e ji bo min ev tişt. Zimanê Ayebe zimanekî fesîh e û herikbar e. Hevokên wî mirov aciz nakin û herwiha ji jiyana rojane pekiyane. Çîrok berî ku mirov aciz bikin diqedin ango dirêjahiyeke bereday tune ye. Ev tişt ez dibêm bi sedsala me ve jî girêdayî ye herwiha Ayebe di axaftina xwe de jî tîne ziman dibêje, êdî wextê tu kesî ewqasî tune ye ku bi saetan li ser xwendina pirtûkekê bisekinin ji ber vê yekê ji şayesandinan heya tu bêjî reviyaye lê gelo ev tevgereke rast e an na? Li gor min divê hindik be jî rihê wêjeyê bi rêya şayesandinan(şayesandinên vê qirnê êdî kin in û bêtir helbestî ne ango ne ferz e ku dirêj bin lê divê hebin) bêtir dibişkive û xweşiktir dibe. Çîrokên bê şayesandinên edebî ango çîrokên ku bi hemî hêlan ve xwe li "bûyer"ê girtine divê kelecaneke pir xurt tê de hebe ku bala xwendevan tu carî belawela nebe. Nexwe an dê pir ji rêzê be an jî dê çîrok xwendevan aciz bike û herwiha dê di serê xwendevan de fikrê, "Ez jî karim wisa binivîsim." çêbibe. Helbet Ayebe bi awayekî xurt çîrokên xwe heta dawî bi min da xwendin û bi ya min gelekî serkeftî bû jî. Lê dîsa jî ez li hostetiya ziman geriyam di çîrokan de lewra ji çîrokan diyar bû ku nivîskar ne nivîskarekî ji rêzê ye. Çîrokên wî pir naskirî tên ji mirov re herwiha dema mirov dixwîne bêhemdê mirov hin kesayetên di jiyana mirov de tên ber çavê mirov. Jiyane rojane ya Kurdan gelekî xweş aniye ziman û diyar e çavdêrekî têra xwe xurt e. Ez dixwazim hinek qala çîroka ku
Kurdî
Pilingekî li hewselêLokman Ayebe · Avesta Yayınları · 202124 okunma
Bajarê Mosîqarên Spî
Puan vermedi·712 syf.··
2022 8. kitabı
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft roj û heft şevan encax ez gihaştim binê bîrê û di heman demê de gihaştim dinyayeke din. An jî ger ez mînakeke din bidim herwekî Alîs(Alice)a Lewis Carroll ku li pey kêvrûşkekê diçe û ji nişka ve dikeve bîreke kûr, çaleke kûr û di heman demê de dikeve gerdûneke bi efsûn. Ji mêj ve ye ne dema ku ez dinivîsim ne jî dema ku ez dixwînim ewqasî bi qonsantre neketibûm nav çîrokekê. Lehengên pirtûkê tev bi awayekî xwe, bi taybetmendiyeke xwe teqez efsûnî bûn lê hin ji wan hebûn ku bi her awayê xwe efsûnî bûn heta ez karim bibêjim ku ew bi xwe efsûn bûn. Sê muzîkjenên ku bi eşq û hêza bilûrê li ser avê dimeşin, destê wan digihîje heyvê, ji bayê fehm dikin, dengê baranê dibihîsin... Zilamekî ku du hespên spî tim û daîm di mêjiyê wî de didin çargavê û dibin ezabê gunehê ku heta niha kiriye. Herwiha tekane kes e ku ji gava çêbûye û heta mirina xwe weke dareke porteqalê, weke bexçeyekî porteqalê bêhn dide.. Jineke ku li pey cendekê birayê xwe û evîndarê xwe bajar bajar digere û hemû êşên şer û dinyayê daye milê xwe.. Bijîşkekî ku dilê wî tenê ji parastina başîtiyê û ji bo veşartina amûrên hûnerê lêdide.. Zilamekî ku ji şeveqê heta êvarê şewka xwe davêje avê ji bo ku mêraniya wî ya ku hatiye jêkirin bibîne.. Leşkerên ku ji guhên kuştiyan koleksiyon çêdikin... Du bilûrvan û mamosteyekî efsûnî ku ji dengê ba, baran, av, ewr û hwd. newayên bi tilism, melodiyên bi efsûn diafirînin. Sê muzîkjenên ku bi hêza bilûra xwe li ser avê dimeşin, bi hêza
Kurdî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 202118 okunma

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·712 syf.··
2022 8. kitabı
Bextiyar Elî
9.2/10 · 18 okunma