Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft roj û heft şevan encax ez gihaştim binê bîrê û di heman demê de gihaştim dinyayeke din. An jî ger ez mînakeke din bidim herwekî Alîs(Alice)a Lewis Carroll ku li pey kêvrûşkekê diçe û ji nişka ve dikeve bîreke kûr, çaleke kûr û di heman demê de dikeve gerdûneke bi efsûn. Ji mêj ve ye ne dema ku ez dinivîsim ne jî dema ku ez dixwînim ewqasî bi qonsantre neketibûm nav çîrokekê.
Lehengên pirtûkê tev bi awayekî xwe, bi taybetmendiyeke xwe teqez efsûnî bûn lê hin ji wan hebûn ku bi her awayê xwe efsûnî bûn heta ez karim bibêjim ku ew bi xwe efsûn bûn.
Sê muzîkjenên ku bi eşq û hêza bilûrê li ser avê dimeşin, destê wan digihîje heyvê, ji bayê fehm dikin, dengê baranê dibihîsin...
Zilamekî ku du hespên spî tim û daîm di mêjiyê wî de didin çargavê û dibin ezabê gunehê ku heta niha kiriye. Herwiha tekane kes e ku ji gava çêbûye û heta mirina xwe weke dareke porteqalê, weke bexçeyekî porteqalê bêhn dide..
Jineke ku li pey cendekê birayê xwe û evîndarê xwe bajar bajar digere û hemû êşên şer û dinyayê daye milê xwe..
Bijîşkekî ku dilê wî tenê ji parastina başîtiyê û ji bo veşartina amûrên hûnerê lêdide..
Zilamekî ku ji şeveqê heta êvarê şewka xwe davêje avê ji bo ku mêraniya wî ya ku hatiye jêkirin bibîne..
Leşkerên ku ji guhên kuştiyan koleksiyon çêdikin...
Du bilûrvan û mamosteyekî efsûnî ku ji dengê ba, baran, av, ewr û hwd. newayên bi tilism, melodiyên bi efsûn diafirînin. Sê muzîkjenên ku bi hêza bilûra xwe li ser avê dimeşin, bi hêza