Rûbar Elî

Rûbar Elî
@Rubar_Ali
Sal diborin wek libên tizbiyê Her wêneyek selewatek e
Kurdi
Puan vermedi·200 syf.··
2021 22. kitabı
Macbeth Bi Kurdî Berî çend salan dema min nû dest bi xwendina Kurdî kiribû ez weke yekî li çolê ji bê avî lêv û gurçikên wî ziwabûbin bi teşqeleyekê û bi eşqekê bi xwendina kitêbên Kurdî ketibûm. Çawa ku tu çêlekeke birçî bera nav zeviyekê bidî çi dihat ber min min efû nedikir, min dixwend. Piştî ku ew birçîbûn û tîbûna min hinekî tefiya îcar hinek jî bi zanebûn min berê xwe da berhemên bi qîmet ango bi qalîte. Bi gotineke din ez êdî çêlekeke têr bûm û di mêrgekî de li çêreya ku ez herî zehf jê hez dikim digeriyam. Wê demê tim û daîm wergerandina berhemên Shakespeare di hişê min de bû. Qaşo min ê xwe gelekî bi pêş bixista ezê fêrî zimanê Îngilîzî jî bibûma û min ê hemû berhemên Shakespeare wergerandaya Kurdî. Îcar şikur ji xwedê re Shakespeare li benda tiraliya min nema û Kurdîhezên qedirbilind berhemên Shakespeare diyariyî Kurdî kirine. Kesên ku wek serê derziyê jî keda wî ketibe vî karî mala wan hezar carî ava. Di serî de Kawa Nemir û herwiha weşanxaneya Avestayê Xwedê kêmasiya we nede edebiyata Kurdî. Ya rastî min hinekî jî bi tirs rahişt pirtûka Machbet'ê lewra min digot dibe ku zimanê wê pir giran û lihevketî be û ez nikaribim tam û feyzê jê bistînim. Helbet berê, min ev kitêb bi Tirkî xwendibû. Nizanim çima, dibe ku ji derûniya bindestiyê be ji min re wisa dihat ku ezê weke zimanê Tirkî jê fehm nekim. Lê bawer bikin piştî min dest bi pirtûkê kir min fehm kir ku min berê ev pirtûk nexwendiye tenê min di ser de qavazdaye. Herwiha ez dikarim bi dilekî rehet bibêjim ku ev pirtûk bi Kurdî hîn bêtir maneya xwe bi min da fehm kirin. Tragedyaya Machbet ez gelekî di bin bandora xwe de hiştim. Ez gelekî bextewar im ku Kurdî(Kurmancî) di vê qadê de hespî xwe dibezîne û hêvîdar im siwarê vî hespî her roj zêdetir bibin.
Kurdî
MacbethWilliam Shakespeare · Avesta Yayınları · 202129,6bin okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·200 syf.··
2021 22. kitabı
William Shakespeare
8.1/10 · 29,6bin okunma
Puan vermedi·250 syf.··
2021 19. kitabı
Min dixwest ez çend hevokan di derbarê pirtûkê de binivîsim lê ditirsim ku ez weke yekî gelekî reşbîn bêm xûya. Tiştê ji vî jî xirabtir ditirsim ku ew reşbîniya min derbasî dil û hinavê kesên din jî bibe.
Pirça WindaMihemed Şarman · Avesta Yayınları · 201631 okunma