Rûbar Elî

Rûbar Elî
@Rubar_Ali
Sal diborin wek libên tizbiyê Her wêneyek selewatek e
Rexne
Puan vermedi·200 syf.··
2021 18. kitabı
Danasînek û rexneyek li ser romana Bawer Rûken ya bi navê 'Di Tariyê De' Ya rastî di vê nivîsê de naxwazim pir agahiyan di derbarê naveroka romanê de bidim lewra yên nexwendibin dibe ku piştî vê nivîsê hewcedarî bi xwendina wê nebînin. Helbet ev jî ji bo pirtûkê û nivîskar ne tiştekî baş e Roman ji çar beşan pêk tê: Mifte, Derî, Hundir, Xênî. Berî ez rexneyên xwe bikim dixwazim spasiya xwe bînim ziman ji bo nivîskar herwiha qet nebe romaneke nû diyariyî edebiyata Kurdî kiriye. Zimanê nivîskar gelekî zelal bû, gelekî vekirî bû. Ji serî heta binî bêyî ku ez ji peyvekê aciz bibim min roman xwend. Bûyer xweş herikî û herwiha kêfa min ji vegotina nivîskar re hat. Ez dixwazim hin rexneyên xwe bînim ziman ji vêga ve lêborînê dixwazim ji hêja Bawer Rûken Destpêka romanê, romana John Steinbeck ya bi navê 'Tiriyên Xezebê' (Gazap Üzümleri) anî bîra min herwiha bi heman şêwazê û heman vegotinê dest pê kiriye nivîskar lê belê çiqas roman diherike vegotin jî ji qalikê xwe derdikeve û hêdî hêdî dişibe romanên Kafka. Xumamiyek xwe hêdîka li xwîner dipêçe û çi tiştên eşkere çi yên veşartî tev di nav xûmamiyekê de dimînin. Mirov nema zane bê ka lehengê me(Reşo K.) di wextekî diyar de ye an na. Bi ya min serleheng ne weke qarakterekî hatiye afirandin an jî ji min re ji qarakterekî bêtir weke tîpekî hat. Herwiha nikare tu tiştî biguhêre an jî tu hêzeke wî tune ye û heta roman bi dawî dibe jî weke xwedî kesayeteke qels li pêşberî me ye. Gelek caran ez li benda hin bûyerên ku dê leheng ji qalikê wî yî qels derxîne sekinîm lê belê leheng ji wê qelsiya xwe nefilitî. Dema mirov romanekê an jî çîrokekê dixwîne bivê nevê mirov bûyerên ku di serê lehengên romanê de derbasdibin û bûyerên ku em di nav rasteqîniyeke eşkere tê de ne berawird dike. Gelek caran ev berawirdî ji min re qels hat ango ez
Edebiyat
Di Tariyê DeBawer Rûken · Lis Basın Yayınevi · 20204 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?

Rûbar Elî

, bir kitap okudu
Puan vermedi·200 syf.··
2021 18. kitabı
Bawer Rûken
0/10 · 4 okunma
Danasîneke Kurt ya Kovara Kurde Çîrokê
9/10
·124 syf.··
2021 17. kitabı
Kovareke nû, kovareke bi tevahî li ser çîrokê avabûye. Ew kesên ku bi xwendin an jî nivîsandina çîrokan dilxweş dibin teqez divê vê kovara cihêreng bişopînin. Ji bo kovargeriya Kurdî ez dibêm em ê navê vê kovarê gelekî bibihîsin di pêşerojê de. Taybetiya wê yî herî girîng, temamê nivîsên di navê de li ser çîrokê ne, li ser çîroka nûjen. Çîroknûsên mîna Bajar Mîrzeman, Burhan Tek, Mem Med, Mehmet Şarman bi çîrokên xwe an jî bi nivîsên xwe yên li ser çîrokê tevlî vê hejmarê bûne. Û gelek çîroknûsên Kurd yên ciwan cî ji xwe re di vê qadê de girtine di kovarê de. Ji bilî çîrokên Kurdî di vê hejmarê de em çîrokên Kafka, Hemingway, Maupassant, Borchert û Katrîne Mansfîld jî bi wergereke li gor min serkeftî bi Kurdî dixwînin. Ev jî ji bo xwînerên çîrokê bextewariyeke mezin e. Di encamê de dixwazim tiştekî bibêjim. Kovar bi çîroka Fuad Temo, bi çîroka Şewêş(Çîrok) dest pê dike. Çîroka Fuad Temo, Şewêş weke hûn jî dizanin yekem çîroka nûjen e ya ku bi Kurdî hatiye nivîsîn (ger em çîrokên Wezîrê Nadirî nehesibînin-bi ya min pirtûka wî ya bi navê Nûbar destpêka çîrokên nûjen e ji bo Kurdî- yekem çîroka nûjen helbet çîroka Şewêş e.) Taybetiyeke çîroka Fuad Temo jî ev e: Di dawiya çîroka Şewêş de her çiqas Temo gotibe dê dewama wê were jî mixabin dewama çîrokê nehatiye û çîrok neqediyaye ango nîvco maye. Îcar ez vê nîvcomayînê ji bo xwe û çîroknûsên Kurd yên ciwan weke derfetekê dibînim herwiha divê em çîroka Fuad Temo biqedînin. Ji ber ku ev hestên min î anha min vegot ji gava min ew çîrok xwendiye bi min re çêbûbû dema min kovar vekir û ez pêşî rastî çîroka Fuad Temo hatim hestiyariyeke ecêb bi min re çêbû. Ez gelekî bextewar im ev kovar daxilî kovargeriya Kurdî bû. Rêya wê her vekirî be û xweşbext be.
Kurdî
Kurdeçîrok - Hejmar 1Mehmet Dicle · Berdan Matbaası · 202116 okunma
Ana dil ve özsaygı
Dillerimizin maruz kaldığı olumsuz davranışlar, değerlendirmeler ve önyargılar kültürel -sadece kültürel değil- bir saldırı sürecinin sonucu olup birçok insanı önemi olmayan bir dili konuştukları -konuşmakta oldukları- inancına götürmektedir. Bunlar olan şeyler. Ben bile ilk 16 yılımı Galisyanca konuşmadan geçirdim zira Galisyanca konuşmam gerekmediğine -çevrem bana böyle aktarmıştı- inanmıştım. Benim dilim önemli değildi. Fakat şeyler değişiyor ve bir gün bizim dilimizin de dünyadaki bütün diller gibi olması gerektiği sonucuna vardık. Ve her şey değişmeliydi. Diğer gün kendi dilimizi bilinçli bir şekilde kullanmaya başladık. Kendi kelimelerimizi dilimizin sosyal oluşum sürecine kattık. Ve diğer gün özsaygının ne kadar önemli olduğunu fark ettik.
Sayfa 9 - Avesta Yayınları·Kitabı okudu
Psikoloji